Hevserokên DBP'ê yên Wanê: Em ê her li ber xwe bidin
Hevserokên DBP'yî yên ji ber sersaxî ji malbata endamê TAK'ê Somer xwestin hewl tê dayîn bên binçavkirin, daxuyaniyek dan û gotin, "Berxwedana me ya li hemberî zilmê wê bidome."
Hevserokên DBP'yî yên ji ber sersaxî ji malbata endamê TAK'ê Somer xwestin hewl tê dayîn bên binçavkirin, daxuyaniyek dan û gotin, "Berxwedana me ya li hemberî zilmê wê bidome."
Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kawa yên çûn sersaxiya malbata endamê TAK'ê Abdulbakî Somer, tê xwestin werin binçavkirin. Hevserokan li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî li cem hevserokan amade bû.
Kawa daxuyanî da û bal kişand ser oparasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên meşandin Kawa got: Ew dixwazin me ji xebatên me yên legal dûr bixin, lê bi ser nakevin. Tevî gelê xwe, li nava çar dîwaran an jî li kolanan, li ku dibe bila bibe em ê li dijî zilmê her li ber xwe bidin."
Kawa û Dûman wê tevî girseya gel a li ber avahiya DBP'ê li hev civiyane, biçin sersaxiyê. Polîsan jî dor li wan girtine.
Kek Nûrî Dûman ê tevlî merasîma sersaxiyê ya malbata endamê TAK'ê Abdulkadîr Somer bû û meleyê li sersaxiyê dua xwend hatin binçavkirin.
Bi vî rengî hejmara mirovên ji ber çûne sersaxiya malbatê hatin binçavkirin, bû 11 kes.