Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê ya bi guleyên polîsan birîndar bû hînê di servîsa lezgîn de ye

Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz a ku ji ber guleya polîsên tîmên taybet ên Tirk ve birîndar bû, ev pênc roj in rewşa tenduristiya wê xetere ye û hînê di servîsa lezgîn de tê ragirtin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê û Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP'yî Sîbel Çapraz, roja 29'ê Mijdarê li navçeya Colemêrg Geverê, ji ber êrîşa tîmên taybet ên Tirk, bi guleyên li mil û nava wê ketî, bi giranî birîndar bû û ew rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. Hevseroka Meclîsa Gel Çapraz li vê derê 4 caran hat emeliyatkirin, lê hînê jî rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.

Çapraz a ku 5 roj in di servîsa lezgîn de tê ragirtin, rewşa wê stabîl e û dibe ku 2 emeliyatên din jî lê bê kirin.