Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel tecrîdkirî ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ev 13 roj in tecrîdkirî ye.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ev 13 roj in tecrîdkirî ye.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, ku di 6'ê Mijdarê de li Amedê hat girtin û ew çandin Girtîgeha Jinê ya Sîlîvrî, li hucreya yek kesî tê girtin.
Parêzer Şivan Cemîl Ozen got, Tûncel ji roja hatiye girtin û vir ve li hucreya yek kesî tê girtin.
Ozen da xuyakirin, ku pirtûk û kincên DBP'ê û malbatê ji Tûncel re şandine, bêyî sedemek were nîşandan li wan hatine vegerandin.
Parêzer Ozen diyar kir, rêveberiya girtîgehê zexteke psîkolojîk a taybet li muwekîla wê dike.