Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman hat binçavkirin
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman, duh êvarê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman, duh êvarê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsên Tirk, bi hinceta ku tevlî merasîma sersaxiyê ya malbata endamê TAK'ê Abdulbakî Somer bûye, duh êvarê avêtin ser mala Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman û ew binçav kirin.
Li navçeya Bahçesarayê jî, polîsan avêtin ser malên rêveberên DBP'yî û 6 rêveberên navçeyê binçav kirin.