Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel hate girtin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel a ku li pêşiya Edliyaya Amedê di êrîşa polîsan de hatibû binçavkirin hate girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel a ku li pêşiya Edliyaya Amedê di êrîşa polîsan de hatibû binçavkirin hate girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel dama ku 4’ê Mijdarê girtina Hevserokê HDP’ê û parlementerên HDP’ê protetesto dikirin bi derbkirinê hate binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxistina terorê û propaganda kirina wê” hate girtin.
Hevserokê DBP’ê yê Kamûran Yuksel wiha got: “Ev girtin ti têkiliya xwe bi hiqûqê re nîne. Hiqûq di vî welatî de hatiye rawestandin. Sibehê em ê têkidarî mijarê daxuyaniyekê bidin. Ev biryara ku hatiye girtin siyasiye.”
Daxuyanî wê sibehê saet 10:00’an li Navenda Giştî ya DBP’ê bê li dar xistin.