Rojnamevan û çalakvanê mamfê Mirovan, Mihemed Sedîq Kebûdwend, ku bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re, 50 rojan di greva birçîbûnê de bû ji demjimêr 10’ê şeva 14’ê Tîrmehê, dest bi greva birçîbûna tund kiriye.
Li gor gotina hevsera Kebûdwend, Perînaz Baxban Hesenî, di hevdîtina ku bi hevserê xwe re hebû ye, zimanê Kebûdwend nagere û nikare bipeyive.
Hevsera Kebûdwend ragihand ku rewşa tendurustî û ruhî ya Kebûdwend gelek xeter û got; “Pêwîstiyek cidî bi çareseriya lezgîna pijîşkî heye.”
Kebûdwend mebesta greva hişk, protestokirina girtina çalakvanên Kurd ku piştgîriya wî kiribûn û rewşa xirab a girtîgehan ragihandiye.
Hejayê bîr xistinê ye, ku roja 30’ê pûşperê, weke “Roja xwedîderketina li Kebûdwend’’ hatibû ragehandin û gelek çalakiyên protestoyî li seranserê Kurdistan û derveyî welat hatibûn lidarxistin. Piştî wê çalakiyê, gelek çalakvanên kurd yên li Îranê, bûne hedefa hikûmetê û gelek ji wan hatine binçavkirin.
Kebûdwend ji dema ku di girtîgehê daye û di 5 salên bihurî de, du caran krîza mejî derbaz kiriye û gûrçîskên wî îfonet kirine.
Doktorên girtîgehê çendîn caran ragehandine ku dermankirina Kebûdwend di girtîgehê de çareser nabe, lê rayedarên Îranê rê nadin ku Kebûdwend li derveyî girtîgehê bê dermankirin.
Roja çarşembeya bihurî, rayedarên girtîgehê xwestibûn Kebûdwend veguhêzin nexweşaneyê. Lê Kebûdwend ji ber girtî bûna dest û piyên xwe bi kelepçe û qeydan ew daxwaza rayedaran qebûl nekiribû.
Di heman demê de, piştî çalakiya Kebûdwend, Kampaniya Piştîvaniya ji Kebûdwend, di daxuyaniya jimare 6 a xwe de ragihandiye ku dê ji bo hevdengiya bi Kebûdwend re rêze çalakiyan li welatên cur bi cur rêk bixin û ji raya giştî xwestiye ku piştgîriya wan çalakiyan bikin.
Herî dawî çendîn rojnamevan, çalakvanên Mafê mirovan û kesayetiyên Kurd û Îranî bi derbirîna piştîvaniya xwe a bi xwestekên Kebûdwend re, ji wî xwestine ku ji ber xirabiya rewşa tendurustiye xwe greva birçîbûnê bidawî bike.
BERDEWAMÎ HEYA 100 ROJAN
Kebûdwend pêştir di peyamekê de ragihandibû: “Eger dezgehên qezayî û rayedarên Hikumeta Îranê daxwazên wî cîbicîh nekin, ewê heya 100 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.
Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
HRW: BÊDILTÎ YE
Dîrektora Rojhilata Navîn a HRW’ê Sarah Leah Whitson di daxuyaniyda da de ragihand ku rojnamevanê Kurd Mihemed Sediq Kebûdwend ev nêzî 5 salan e di girtîgehê de ye û mualemeyên xirab re rû bi rû ye. Leah Whitson bal kişand ku Kebûdwend ji bo dîtina kurê xwe yê nexweş di greva birçîbûnê de ye û destûrnedana hevdîtinê weke “bêdilî” bi nav kir.
RÊXISTINA EFÛYÊ: DIVÊ KEBÛDWEND KURÊ XWE BIBÎNE
Rêxistina Efûya Navneteweyî bang li rêveberiya rejîma Îranê kir û xwest daxwaza rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ku nêzî 50 rojan e di greva birçîbûnê de ye qebûl bike û bila Kebûdwend kurê xwe yê nexweş bibîne.
Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektroa Rêxistinê ya Bernameya Rojhilata Navîn Hasiba Hadji Sahroui ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kebûdwend tenê ji ber parastina mafê mirovan hatiye girtin û xwest ku çalakê Kurd di demeke zû de serbest bê berdan.
Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.