Hevşaredarên Xana Hawêl û Weysel Qeranî hatin girtin
Hevşaredara Xana Hawêl Selva Erdogan û Hevşaredarê Weysel Qeranî Enes Cengîz hatin girtin û şandin girtîgehê.
Hevşaredara Xana Hawêl Selva Erdogan û Hevşaredarê Weysel Qeranî Enes Cengîz hatin girtin û şandin girtîgehê.
Rojên bihurî, polîsên Tirk avêtin ser avahiyên şaredariyê yên Xana Hawêl û Weysel Qeranî û malên hevşaredaran. Di serdegirtina malan de Hevşaredara Xana Hawêl Selva Erdogan û Hevşaredarê Weysel Qeranî Enes Cengîz hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên li Emniyeta Xana Hawêl, Erdogan û Cengîz sewqî Edliyeya Xana Hawêl hatin kirin. Li vir bi îdîaya “alîkarî dane rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi heman hincetê hatin girtin.
Erdogan û Enes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.