Hevşaredarên Sûrê Komkujıya Pirsûsê şermezar kirin

Komkujiya Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF’ê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê hat şermezarkirin

Komkujiya Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF’ê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê hat şermezarkirin

Komkujiya Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF’ê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin

Şaredariya Sûra Amedê îro li ber deriyê şaredariyê bi daxuyaniyekê ev êrîşa hovane şermezar kir. Daxuyanî bi tevlîbûna Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn, endamên meclîsa Sûrê û xebatkarên şaredariyê pêk hat. Beriya daxuyaniyê deqeyeke rêzgirtinê li ser ruhê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan pêk hat.

Di destpêkê de Hevşaredar Fatma Şik Barut axaftinek kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hêviya şîfayeke lezgîn ji bo birîndaran kir.

Şik Barut di axaftina xwe de got ku ev êrîşa hovane ya li dijî ciwanên sosyalîst komkujiyeke mezin û hovane ye û wiha dewam kir: “Ew êrîşa li ser Kurdistanê ye û mixabin encamên wê giran in. 31 ciwanên me şehîd bûne. Ew ciwanên Kurdistanê ne ew ciwanên me ne, berê xwe dabûn Kobanê û dixwest ku tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin. wan ciwanan dixwest ku hinek be jî dilê zarokên Kobanê yên tijî kul û êş û derd xweş bikin.

Dixwestin ku lîstikan bibin ji zarokên Kobanê re, dixwestin ku beşişandin û kenekî li ser rûyê zarokên Kobanê bibînin.

Di nava mehekê de sê êrîşên hovane li dijî gelê Kurd pêk hatin. Yek 5’ê Hezîranê li Amedê pêk hat û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan birîndar bûn.

25'ê Hezîranê jî piştî ku Kurdan di hilbijartinan de serketin bi dest xist dîsa dewletê û çeteyan destên xwe dan hev û êrîşî Kobanê kirin û komkujiyeke mezin li dijî xelkên Kobanê pêk anîn. Duh jî li Pirsûsê ji bo ku pêşiya hevkarî û dilsoziya bi xelkê Kobanê re bigirin ev êrîşa hovane li dijî ciwanên sosyalîst pêk anîn.”

Şik Barut di berdewamiya axaftina xwe de got ku ti caran Kurd û dostên xwe dê dest ji alîkarî û tevkariya bi gelê xwe yê Kobanê re bernade û ev êrîşên hovane nikarin pêşiya biryardariya gelê Kurd û vîna wî bigirin. Şik got: “Em ê tev bi hev re wan çete û hevalbandên wan di serketina Kobanê û hemû Rojava de bifetisînin.

Ti hêz nikare pêşiya Kurdan bigire û ti êrîşên hovane nikare pêşiya serketina gelê Kurd bigire. Em ê di hemû liv û tevgerên xwe de jî bersiva ku tê xwestin bidin û ti caran ji hevkariya gelê xwe bi paş de neçin.”

Şik Barut bang li hikûmetê jî kir û got ku divê mijara hevkariya we ya bi çeteyên DAIŞ'ê re êdî aşkera bibe û wiha dmand:  “Ev bombeya ku îro li Pirsûsê hate teqandin sibe dibe ku li bajarên din ên Tirkiye û Kurdistanê biteqin. Lewre jî divê ku hikûmet helwesta xwe zelal bike û kiryarên vê êrîşa hovane û hevkarên wan tevan deşîfre bike.

Jiyana nû ya ku Kurd pê bang dikin ji bo hemû gelan e û li gorî daxwaza hemû gelane. Hûn jî divê an tevlî vê jiyana nû bibin û helwesta xwe zelal bikin an jî hûn dijîtiya xwe bi rengekî aşkera û zelal bidin xuyakirin.

Her wiha di axaftina xwe de Şik Barut banga çalakiyên cuda jî kir û wiha got: “Heta ku dewlet vê bûyerê bi hemû têkiliyên wê aşkera neke wê gelê me bi çalakiyên cuda dengê xwe bilind bike û nerazîbûna xwe bîne ziman.

Ji aliyekî din de Hevşaredar Seyid Narin jî got “Nameya ji vê komkujiya li Pirsûsê aşkera ye û zelal e. Ev êrîşa ku li dijî van ciwanên sosyalîst ên ku dixwestin tevkariyê bi Kobanê re bikin tê wateya êrîşkirina hemû kes û derdorên ku dixwazin alîkariya Kobanê bikin û li kêleka gelê Kobanê bisekinin.

Ev êrîş ne tenê li dijî kurdan e ew li dijî kurdan û, Kobanê , dost û hogirên kurdan û kesên ku dixwazin tevkariyê bi Koban û Rojava re bikin, pêk hatiye. Ew li dijî hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye. Ji bo wan kesên ku di her firsendê de destek dida van çeteyên hov û dengê xwe li hemberî hovîtiya wan dernexistin re e dibêjim: Ev agirê ku hûn bi zikreşiyeke mezin belav dikin dê we jî bişewitîne.

Çawa ku ev gelê me bi sedên salane ti caran tawîz nedaye tevî hemû rengên êrîşên hovane ên ku hatine kirin, îro jî ew tawîzan nade dijminên mirovahiyê û dê rêya xwe ya azadiyê berdewam bike.”

...