Hevşaredara Silopiyayê hat binçavkirin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û ajokarê wê li pêşiya navçeyê hatin binçavkirin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û ajokarê wê li pêşiya navçeyê hatin binçavkirin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û ajokarê wê Cemal Yîgît ên bi heyeta Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê re ji Amedê vedigeriyan navçeyê, li Benda Kontrolê ya Botaşê hatin binçavkirin.
Esmer û Yîgît birin Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê.