Hevşaredara DBP'ê hat binçavkirin
Li Geverê endama PM a DBP'ê Çîmen Alaturk, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û Alîkara Hevşaredar Leyla Oztunç hatin binçavkirin.
Li Geverê endama PM a DBP'ê Çîmen Alaturk, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û Alîkara Hevşaredar Leyla Oztunç hatin binçavkirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî didome. Serê sibehê li Taxa Yenîmahalleyê di serdegirtina malê de Alîkara Hevşaredar Leyla Oztunç, li navenda navçeyê jî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk hatin binçavkirin.
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay a ku ji bo binçavkirinan bişopîne çû garaje şaredariyê li vir ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Hate hînbûn ku polîsan der barê binçavkirinan de gotina "Hûn ê sedema binçavkirinan li emniyetê hîn bibin" bi kar anîne û ew birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.