Hevdîtinên PYD-MGRK’ê li Hewlêrê didome

Hevdîtinên PYD-MGRK’ê li Hewlêrê didome

Şandeya Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistan (MGRK) li Herema Federal a Kurdistanê hevdîtinê xwe didomîne. Şande çû serdana rêxistina Hemwelatiyên Azad û Wekhev û Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK).

Hevdîtinên şandeya MGRK’ê yên Başûrê Kurdistanê didomin. Şandeya ku ji Hevserokên PYD'ê Salih Muslim, Asiya Ebdullahû Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmet, Sînem Mihemmed pêk tê, çûn serdana nûnerên Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star û Mele Zana û Endamê Meclîsa PÇDK Perwîn Hesen û Mam Hejar.

Hate zanîn di hevdîtinê de rewşa Sûriye û Rojavaya Kurdistan hate gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de berdevkê Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star yekîtiya Kurdên Rojava pîroz kir û dazanîn ew vê gavê erênî dibînîn.