Hevdîtinên PYD-Meclîsa Gel li Başûr berdewam dikin

Hevdîtinên PYD-Meclîsa Gel li Başûr berdewam dikin

Şandeya ji Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aysa Evdila û Salih Mislim, Hevserokên Meclîsa Gel ya Demokratîk Rojavaya Kurdistan Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed pêk tê bi serdana Partiya Komînistên Kurdistan û Partiya Zehmetkêşên Kurdistan berdewam kir.

Şandeya Hevsorkên PYD û TEV-DEM hevdîtinê xwe yên Herêma Kurdistanê didomîne. Duh piştî hevdîtina bi Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî re, îro danê sibê serdana Partiya Komînistên Kurdistan û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kirin.

Şandeya ji Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aysa Evdila û Salih Mislim, Hevserokên Meclîsa Gel ya Rojavaya Kurdistan Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed pêk dihat, serdana navenda Partiya Zehmetkêşanê Kurdistanê kirin û ji aliyê sekretê partiyê Bilên Ebdullah ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Dr. Hîwa Selim Endamê Melîsê, Heval Ebdullah Endamê Komîteya Navendî, Cemal Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê amade bûn. Li vir serokê heyeta Rojava Aysa Evdilla li ser hatina wan ya Herêma Kurdistanê axavtinek kir û da zanîn armanca wan rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bi partiyê Herêma Kurdistan ve vebêjin.

Aysa Evdilla li ser polîtîkayên ji bo reşkirina partiya wan bi taybet di hinek ragihandinê Herêma Kurdistanê û wek neheqîyek li wan tê kirin bi nav kir. Bilên Ebdullah piştgiriya xwe ji heyetê û xebata gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistan kir û projeya çareseriyê ya PYD’ê ji Sûriyeyê pir bi erênî nirxand.

Piştî hevdîtina Partiya Zehmetkêşanheyeta ji Hevsorkên PYD û TEV-DEM pê ktê serdana partiya Komînistên Kurdistanê kir. Heyet ji aliyê Endamê Polîtburo Heyder Feylî ve li navenda partiyê ve hate pêşwazîkirin. Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û pêşketinên dawî li gotûbêj hatiye kirin. Li ser hevdîtinê Endamê Komîteyê Navendî yê Partiya Komînista Kurdistanê Mihemed Şêxan dazanîn projeye PYD ji çareseriya Sûriyeyê û biratiyan gelê Sûriyê pirr baş e û ev heta dawî pişgirî dikin.

Heyet piştî wan hevîtina wê darbasî Silêmaniyê bibe û hevdîtinê xwe li wir bidomîne.