Hevdîtina Barzanî û şandeya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Hevdîtina Barzanî û şandeya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd û Şandeya Rojavayê ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk tê dest pê kir.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji Hevserokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk tê demjimêr derdora 10.00, li navçeya Selehedîn a Hewlêrê dest pê kir.

Hat diyarkirin ku Barzanî dê piştî vê hevdîtinê, bi Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENSK) re jî hevdîtinek pêk bîne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî hevdîtina Barzanî û ENSK’ê, dê bi beşdariya rayedarên Barzanî, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENSK’ê, civînek der barê rewşa Rojavayê Kurdistanêû yekitiya Kurdan civinek hevpar bê lidarxistin. Dîroka civînê nehat aşkerekirin.