‘Heta roja şehadetê jî xwedî seknekî şoreşgerî bû’

Di mewlûdê de ku ji bo Rûken Demîr (Rûken Serpî) a ku di şerê li herêma Best a Şirnexê de jiyana xwe ji destdabû, birayê wê Mehemet Nûrî Demîr axivî û diyar kir ku xuşka wê di tevaî jiyana xwe de xwedî seknekî şoregerî bû.

Li Tûrgutlûya Manîsayê ji bo gerîlaya HPG’ê Rûken Demîr (Rûken Serpî) a ku li gel 7 hevalên xwe di şerê li herêma Besta a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve li Taxa Îstasyon altiyê mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de Şaxê MEYADER a Îzmîr, rêxistinên HDP’ê ya bajarê Manîsa, Rêxixtinên HDP’ê ya nvçeya Tûrgutlûyê bav û dayîka siyasetmedara jin a Kurd Sêvê Demîr a li Silopiyayê hate qetklirin jî beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêz ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane hate girtin û şûn de mewlûd bi sirûda Çerxa Şoreşê ve hate xwedin. Li ser navê malbata Demîr birayê Rûken Mehmet Nûrî Demîr axivî û got: “Ne ji ber ku xuşka min e ez dibêjim. Rûken di jiyana zarokatî, xwendekar û gerîlatiyê, heta roja ku şehîd ket jî xwedî seknekî şoreşgerî bû. Em wek malbat her demê bi wê bi rûmet in, serê me bilin de.”

Demîr wiha anî ziman: “Hevala Rûken bû şopdarê Bêrîtan, Zîlan, Sêvê Demiran. Serê gelê Kurd, welatparê, mirovên bi rûmet û Rêberê Gelê Kud Rêber Apo sax be.” Di dema axaftinê de tim dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin,Jiyan,Azadî” û “ Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Manîsayê Ahmet Ertaş jî axivî û diyar kir ku dixwaze polîtîkayên qirêj ku li her derê jiyana gelê Kurd heram bike û nehêle nefes bigire. Ertaş bibîr xist ku li ser xaka Kurdistanê gekel diktator û zalim dîtin û wiha pê de çû: “Lê Kurd li dijî vê bi berxwedanekî dîrokî li dijî van rabûn û zilm şikandine. Rûken di dîrokê de bi tîpên zêrîn bi xwîna xwe navê xwe li cîhanê nivîsandin. Em jî hevalên li pişt Rûkenê mayîn soza şopandina rêya wan didin û meşaleya agir hilgirin.”

Piştî axaftina Ertaş nûnerê MEYADER a Îzmîrê Kerem Ay diyar kir ku Rûken ne şehîda yekem û ne ya dawîye. Ay, daxwaz kir ku divê masayê li Îmraliyê hate valederxisin carekî din bê avakirin û dawî li kuştinan bên.

Piştî xwnedina mewlûd û dûayan û şûn de xwarin hate belavkirin.