BI DÎMEN

'Heta ku kujerên kurê min neyê darizandin ez ê bêdeng nebim'

Dayika zarokê bi navê Germiyan Cewher ê li Başûrê Kurdistanê di dema serhildanên 2011'an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin Rêzan Asker Cewher got, "Ez dixwazim kujer bên darizandin û cezakirin."

Dayika zarokê bi navê Germiyan Cewher ê li Başûrê Kurdistanê di dema serhildanên 2011'an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin Rêzan Asker Cewher got, "Ez dixwazim kujer bên darizandin û cezakirin."

Li Başûrê Kurdistanê, di 17'ê Sibata 2011'an de bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê, nelirêtî û krîza aboriyê, gel daket qadan. Ji bo tepisandina van protestoyên ku ji nişka ve destpê kirin û veguherîn serhildanê, hêzên ewlekariyê serî li şîdetê dan û bi fîşekên rastî êrîşî gel kirin. Di van êrîşan de 8 kes hatin qetilkirin.

Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan, zarokekî 11 salî yê bi navê Germiyan Cehwer ê ji navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê bû. Tevî ku di ser re zêdeyî 4 sal jî derbas bûne, kujerên Germiyan hînê nehatine dîtin û nehatine darizandin.

Dayika Germiyan Rêzan Asker Cewher ji ANF'ê re axivî û got, "Tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbasbûne jî kujer hînê dernexistine pêşberî dadgeriyê. Lê belê ez ê dest ji van kujeran bernedim."

Cewher da xuyakirin ku wan heta niha 8 caran doz vekirine, lê belê dosyayên van dozan di demeke kurt de hatine xistin, darizandin nehatine destpêkirin û got, "Dema bi van rê û rêbazên qanûnî em li edaletê digeriyan, rayedarên PDK'ê hatin mala me û bi nêzîkatiyeke eşîrî, di berdêla hinek pereyan de xwestin em dest ji bûyerê berdin."

'GULEYA JI AVAHIYA PDK'Ê HAT BERDAN, LÊ KET'

Rêzan Asker Cewher diyar kir ku kurê wê yê ku hînê nizanîbû serhildan jî çi ye, bi guleya ji avahiya PDK'ê hat berdan, ku li dilê wî ket jiyana xwe ji dest da. Cewher got, "Di 25'ê Sibatê de hat qetilkirin. Di 25'ê sibatê de li Çemçemalê, bi armanca protestokirina polîtîkayên hikûmetê gel daketibû qadan. Kurê min digot qey mirovên kom bûne tiştekî pîroz dikin û çûbû wê derê. Dema Germiyan xwe gihand wê derê, gel li ber avahaiya PDK'ê ya Şaxê 19. civiyabû û nerazîbûna xwe nîşan dida. Gava gel ber bi avahiyê ve diçû, gule ji avahiyê hat reşandin. Di encama vê gulereşandinê de fîşekek BKC li dilê Germiyan ket û jiyana xwe ji dest da."

'GERMIYAN ŞEHÎD Û KURÊ GELÊ LI MAF Û EDALETÊ DIGERE YE'

Cewher da xuyakirin ku ew ê nehêle ti aliyekî siyasî li ser xwîna kurê wî rantê werbigire û anî ziman ku Germiyan nizanîbû partîbûn jî çi ye. Dayik Cewher got, "Germiyan ne tenê şehîdê min e, şehîd gelê ku li dijî neheqiyê rabûye ser piyan, şehîdê gelê ku dixwaze qanûn serdest be. Bila ti partiyeke siyasî hewl nede ku kurê min weke şehîdê xwe nîşan bide. Germiyan hînê zarokek bû û nizanîbû partîbûyîn jî çi ye. Germiyan şehîd û kurê gelekî li maf û edaletê digere ye."

'EZ Ê HIKÛMETÊ Û BI TAYBETÎ JÎ PDK'Ê TI CARÎ EFÛ NEKIM'

Cewher da zanîn ku ew ê hikûmetê û rêveberiya PDK'ê ti carî efû neke ku ji ber kujerên kurê wê diparêzin û destnîşan kir ku PDK'ê ti carî Kurd hemû hembêz nekiriye, hikûmet ti carî nebûye hikûmeta hemû Kurdan.

Cewher got, "Niha li Kurdistanê bi hezaran zarokên mîna Germiyan hene" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibe ku Germiyan qetilk irin û bedena wî di binê axê de riziya ye. Lê belê ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê îro bi hezaran zarok neçar in bi birçîbûnê re bijîn. Ji ber krîza aboriyê bi dehan zarok li ser rêya koçberiyê di deryayan de fetisîn, difetisin. Ji ber vê yekê hikûmet bi rastî jî hikûmeta gelê Kurd nîne. Bi tenê hikûmeta derdoreke biçûk e."

'GEL JI BER VAN POLÎTÎKAYAN BÊZAR BÛYE'

Rêzan Asker Cewher ragihand ku gelê Başûrê Kurdistanê ji ber van nêzîkatiyên cihêkar û eşîrî êdî bêzar bûye û got, "Gelê Kurd ê ku bi salan li hemberî êrîşên dijmin berxwedaneke bi heybet nîşan da û cih û warên xwe neterikand, mixabin li pêşberî polîtîkayên cihêkarî û eşîrî yên PDK'ê ji welatê xwe direve. PDK bi rastî jî berjewendiyên hemû Kurdan naparêze. Yên ku serî li ber natewînin, bi dek û dolaban hewl dide bike ku îtaet lê bike. Van polîtîkayan bi rastî jî gel bêzar kiriye."

...