Heta Azadiyê berxwedan-Selahattîn Erdem

"Lewra serketin ya gelê Cizîrê ku 2 mehan bi bedena xwe û îradeya xwe li dijî tank û topan û li dijî faşîzma AKPê şer kiriye ye."

Em di demeke gelekî krîtîk û xwedî girîngiyek mezin a dîrokî re ne. ‎ AKP ku ji bo komploya navneteweyî bi awayekî serketî bimeşîne hatiye erkdar kirin, êrîşên faşîzan kirine pratîkê. ‎ Gelê Kurd jî li hemberî faşîzma AKP'ê, bi canfedayî  berxwedanê dike. Tirkiye di siyaseta Suriye de têk çû,  lewra bi  Rusya re kete nava şerekî sergirtî.  Ji ber vê jî bi hevkarê xwe yê herî mezin Emerîka re ketiya nava dubendiyê. Ji bilî DAIŞê û PDK dostê AKPê nemane. ‎Piştî ku hilbijartinên 7ê Hezîrana ‎ 2015an winda kir, di nava xwe de jî kete rewşeke xerab. Ji sedema têkçûna xwe Kurd dîtin û bi armanca li desthilatdariyê de bimîne, ‎ji  24 Tîrmeha 2015an  û vir ve li dijî gelê kurd, şerê herî qirêj, kirêt û bê exlaq  dimeşîne û di nava hovîtiyek dirrindeyî û har de êrîşî Kurdan dike. ‎

Di êrîşên faşîzan ên desthilatdariya AKPê de, yek rêbaza exlak û pîvanên insanî ‎ nîne. ‎ Di van êrîşan de, huquqê şer jî nayê nas kirin. Gelê Kurd jiber daxwaza azadiyê, bi daxwaza  rêveberiyên herêmî ku bi nasnameya xwe bijî û xwe rêve bibe, rastî komkujiyan tê. Dewlet û desthilatdariya AKPê bê perwa êrîşî bajar û navçeyan dike, wêran dike û komên xelkê yên sivîl dikuje. ‎Li hemberî zimanê Kurdî, kultur, dîrok, cografya, hebûna wan, mirî û sax ‎êrîşê her derê dike. ‎

Taxên bajarên Kurdan ji aliyê polîs û artêşa AKPê ve têne dorpêç kirin. Ev dorpêçan bi mehan dewam dike,zarokên kurdan li ber deriyê mala wan têne kuştin, cenazeyên kurdan bi hefteyan li kolanan, bi mehan li morgan têne hiştin. Kolan, tax û cihên dîrokî bi tang û topan têne ruxandin. Malbat bi tevahî têne kuştin û ji cih û warên wan têne koçber kirin. Li aliyê din goristanên ciwanên Kurd têne ‎ bombarduman kirin, cenazeyên wan bi ereban kaş dikin, jinên şehîd ‎tazî  dikin. Dibin rêveberiya Tayyip Erdogan û ‎ Ahmet Davutoglu de, desthilatdariya faşîst ya ‎ AKP, di sedsala 21an de, li pêşberî çavên cîhanê, gelê Kurd qir dike û sucê mirovahiyê pêktînin. 

Di rojên dawî de, kiryarên nû yên sucê mirovahiyê li sucên xwe zêde dikin. Navçeya Cizîrê du mehan dibin dorpêçê de girt, bi top û tanqan taxên navçeyê topbaran kirin, navçe wêran kir, ji keleha berxwedana dîrokî ya Kurdan agahiyên komkujiyan tên. ‎Dibin topbaran, tanq û topan de, zêdetirê ji 100 mirovî, di jêrzemînên avahiyan de  hatin şehîd kirin. Niha jî, cenazeyên van mirovan  dibine morgên cûda û dixwazin bi behaneya ku nasnameya wan kifş bikin belav dikin‎. Di wêran kirina Cizîrê de, hîna jî bi zelalî ne diyar e, ka  çiqas kes ji aliyê faşîstên AKPê ve hatine kuştin. 

Vekiriye ku, êrîşên faşîzan ên AKPê li bakurê Kurdistanê sucê mirovahiyê ne. ‎Di vî şerî de, faşîstên AKPê, kê digirin, birîndar yan jî sax dişewîtinin, ev namerdiye û suçê mirovahi û suçê şer e. Ti ol, hiquq, ‎exlak û kultur, desturê nadin êrîşek bi vî rengî. Nexasim şewitandin, bi tu rengî mafdar nayê dîtin. Lê desthilatdariya ‎ AKP, vî mafî di xwe de dibîne û mîna odeyên gazê yên Hîtler, komên mirovan di jêrzemînan de dişewitîne. Desthilatdariya ku dibêje ew misilman e, wek çepel û rezîlên kujer û gurên faşîst, li ber çavên cîhanê teva, bi awayekî bê exlakî qirkirinan dike. Kiryarên li derî însanî û wek sucê mirovahiyê ku li Cizîrê kirine, wek "serketinê"jî  bi nav dike. 

Eger li meydanê serketinek hebe, ew jî serketina gelê Cizîrê ye ku bi hefteyan li dijî faşîzma AKPê, li dijî tanq û topên hêzên dagirker ên hov û dirrin de pêktîne ye. ‎ Serketin ya  Hevserokê Meclîsa gel ya Cizîrê Mehmet Tunç ku digot: ‎"Me li ber faşîzma AKPê, çog bernedan erdê, em bernadin" e ye. ‎Navçeyek ku nikarîbû derbikeve kolanan, 2 mehan  bi derfetên xwe û bi bedena xwe berxwedan kir. ‎Lewra  serketin ya gelê Cizîrê ku 2 mehan bi bedena xwe û îradeya xwe li dijî tank û topan û li dijî faşîzma AKPê şer kiriye ye.

Gelo ajalên AKPê çima vî sucê mirovahiyê dikin? Vekirî û eşkere ye ku li Kobanê û Suriyeyê wenda kir, di hilbijartinên 7ê Hezîranê de têk çû, ji desthilatê ket, lewma kîndar bûye û dixwaze tolê ji gelê kurd bigire. ‎ Êdî AKPê vekirî dijminatiya gelê Kurd dike û li ber çavên cîhanê qirkirinan dike. ‎AKP li tevahiya eniyan têk çûye. Ji bo ku desthilatdariyê bernede û Tayyip Erdogan jî bike serok, desthilatdariya AKPê welat kiriye gola xwînê. Lewra serketina AKPê li holê nîne. Berevajî vê, têkçûna AKPê heye û ji ber vê jî bi her awayî êrîş dike û dixwaze ‎bi kuştina Kurdan desthilatdariya xwe misoger bike. Lê ev êrîşên faşîzan wê AKPê û Erdogan di demeke nêzîk de têk bibe.

Êdî eşkere bûye ku  AKP, dijminê demokrasî û azadiyan e. ‎Dijminê gelê Kurd û tevahiya gelan e.  Ev jî  bûyera herî trajîk ya herî mezin e. Divê maskeya AKPê bi tevahî werê rakirin û rûdêna wî ya rast û  faşîzan û dijminatiya AKPê ya li diji  Kurd baş werê eşkere kirin. 

Berxwedana mezin a ‎Botan û Amedê, ‎ ‎wê desthilatdariya netewe-dewleta herî faşîzan û xeter ya di dîroka Tirkiyê de  têk bibe. Li hemberî vê jî wê rêveberiya herêmî îlan bike û  jin û ciwanên kurd jî wê di çarçoveya  parastina cewherî de biparêze. Ji niha de em dikarin bêjin ku serketin ya gelê Kurd e. ‎

Divê gelê Kurd, tevahiya eniya demokratîk vê rastiyê baş bibînin û fêm bikin. Ş‎erê dawî  ne gelê Kurd  û ne jî Haraketa Azadiya Kurd daye destpê kirin. ‎ Kurd li bendê bûn ku, zemîna siyaseta demokratîk were avakirin, lê desthilatdariya AKPê di 24ê Tîrmehê de fermana êrîşan da.  Lewra berpirsiyarê şer jî ew in. Bi armanca ku bi gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd çog bidin erdê , êrîşên faşîzan dane dest pê kirin. Her cûre çek, çekên kimyewî jî di nav de li dijî gel bikar anîn. 

Lewra êrîşên faşîzan û tinekirinê yên ‎ AKPê nekarî  gelê Kurd teslîm bigre û berevajî berxwedana gel bihêztir kir. Lewra gelê kurd di vî şerî de serketin bidestxist. Şehîdên wê berxwedanê teva , kesên ku li Cizîr bi komî hatin  şehîd  kirin, nirxên gelê Kurd, rumeta gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ‎ parastin. Şehîdên Cizîrê bûne garantiya pêşerojên azad. Metirsiya mezin ew bû ku gelê Kurd bitirsiya û berxwedan nekiriba bû. Hingî nirxê mirovaniyê û rûmeta mirovaniyê  li hemberî faşîzma sedsalê têk diçû. Êş û azar, berdêlên hatin dayin bûne garantiya serketinê. 

Eger, êş û azar giran bin, berdêl giran bin jî, ‎ Kurdan bi bexwedanê ‎azadî û jiyana bi rûmet  bidestxistin. ‎Jina kurd bi qehremanî û bi slogana "em  Kurd in serbilind" ‎ mohra xwe li serketinê dan. Divê li her derê sloganên serketinê werin berz kirin û li hemberî reşbiniyê, hêrsa bi rûmet û berxwedana ku bûye bingeha destanan werin axaftin. Berî her kesî şehîdên me reşbiniyê qebûl nakin. Rastiya şehîdan xwedî derketina li cengawerî û qehremaniya wan e. Divê serketina wan, bi bilind kirina berxwedanê û bidestxistina azadiyê werê tacîdar kirin. 

Ciwanên Kurd, li dijî faşîzma AKPê,  bi qehremanî şer kirin û dan xuya kirin ku ciwanên APO'yî li hemberî ti hêzên dagirker paş de gavan navêjin û teslîm nabin. Her dem ber bi serketinê û wek îradeya mezin dimeşin. Jina Kurd jî, li hemberî faşîzma dirinde da xuyakirin ku, ew çavkaniya jiyana nû ye û parêzvana azadî û jiyana wek hev in. Êrîşên faşîzan ên AKPê nikaribû îradeya ciwan û jinên Kurd bişîkine.‎ Faşîzma  AKP, mohra xwe li bê rûmetiyê û bê exlaqiyê da, bedena jinên şehîd tazî kirin. Ev hevrêya jin jî mîna  Sembola serhildana Gimgimê Ekîn Wan, bû sembola berxwedana rûmetê. Lewra jina azad, çavkaniya jiyana bi rûmet û rûmeta tevahiya gelê kurd in. Her kiryara faşîzan, kîna me zêde dike û daxwaza tolhildanê, gihiştina azadiyê xurttir dike. 

Divê her kes û em teva vê rastiyê baş zanibin. Li hemberî gelê Kurd qirkirinek bê exlaqî û faşîzan tê meşandin. Hebûna gelê Kurd dibin metirsiyê de ye. Hebûn tenê bi azadiyê dikare li ser piyan bimîne. ‎Azadî jî tenê bi berxwedana cengawerî dikare were bidestxistin.. Lewra ji bo Kurdan ji bilî berxwedanê ti rêyên din jî ninin. Rêberê Gelê Kurd ‎Abdullah Ocalan jî ev rêbaz û  rastî nîşanî me daye. Êdî divê em jî bidin xuya kirin ku em şagirtê wî zanistê ne û ji bilî serketinê, tu rê û armancên din jî nasnakin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA