Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê Aram Ehmed têkildarî hêstiyên kurdên enfalkirî diyar kir ku, dê hêstiya 730 kurdên Enfalkirî li herêma Germiyan wê bên veşartin.
Di dema deshilatdariya rêjima Baas (1963-2003) de herî kêm 182 hezar keç, xort, mêr, kalikên kurd hatin Enfalkirin. Ji 182 hezar kurdên ku di dema rijêma Baas de hatine enfal kirin, heya niha tenê hêstiyên 2 hezar kesan ji 54 gorên komkî hatine dîtin. Herî dawî jî 6 meh beriya niha li biyabana (Sehra) ya Mihal li bajarê Dîwaniye ya li başûrê Iraqê hêstiyê 730 kurdên Enfalkirî di gorêk komî de hatin dîtin.
Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed diyar kir ku, di nava vê heftiyê de dê cenazeya 730 kurdên enfalkirî li herêma Germiyanê bên defin bikin. Ehmed li bajarê Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Roja Duşemê dê bi merasîmek taybet hêstiyê 730 Kurdên Enfalkirî li Rêvebertiya Polîsan ya Silêmaniyê bên girtin. Roja Sêşemê jî dê van hêstîyên Enfalan li xala pişkinîna Silêmanî-Taslûce ber bi Qezaya Çemçemal ve bên rêkirin û wê li wê derê bên bin ax kirin”.