Hat ragihandin ku, hestiyên 159 qurbanên Enfalê yên lêkolana wan ya li Tiba Edlî ya li paytext Bexdaya Iraqê temam bûne dê bişînin Başûrê Kurdistanê.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Enfal û Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ve hatiye dayîn, hestiyên 159 Kurdên ku li çiyayê Hemrîn hatine kuştin di nava çend rojên pêşiya me de dê bînin Silêmaniyê.
Li ser navê Wezaretê sekreterê çapemeniyê Fuad Osman daxuyanî da û diyar kir ku, ji hestiyên qurbanên li Bexdayê nimûneyên DNA’yê hatin girtin.
Osman got; "Hikumeta Iraqê di vê mijarê de ew agahdar kirine û xwestine amadekariyan bikin". Her wiha aşkera kir ku, ew ê hestiyan bînin.
Beriya du hefteyan 750 hestiyên Kurdan yên qurbanên Enfalê ji Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê hatibûn girtin û li goristana bîrdariyê ya Çemçemalê hatibûn veşartin.