Hesen: Rizgarkirina gel ji dagirkeriya DAIŞ'ê erka me ye

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Qehreman Hesen bal kişand ser pêngava wan a ji bo rizgarkirina Reqayê, ku duh dest pê kir û got, "Erka me ye ku her ax û gelên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, rizgar bikin."

Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Qehreman Hesen ku bi xwe ji Reqayê ye, pêngava Reqqayê û hesabên Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.

Qehreman Hesen diyar kir ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji sih û du hêzên ji Sûriyeyê pêk tê û got, "Weke hêzên demokratîk ên Sûrî em xwe ji ber rizgarkirina hemû gelên ku di bin dagirkeriya DAIŞ de ne berpirsiyar dibînin. Em ji bo xwe wek erkekî bingehîn û wek rêgezekî dibînin û li gor vê em tevdigerin. Bêguman di nav van qadên cografîk de Reqa jî heye, ku Reqa wek paytexta DAIŞ tê dîtin."

Hesen destnîşan kir, ku rizgarkirina her bihostek ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin û azadkirina her gelê di bin zordariya DAIŞ'ê de ne, ew ji bo xwe weke erkekî dibînin.

'CIHÊ KU TÊ RIZGARKIRIN, RADESTÎ GEL TÊ KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Hesen da zanîn ku li her cihê ku gel di bin dagirkeriya DAIŞ de ye,  gel ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixwaze ku rizgar bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê pêwîste ev bê zanîn, hemû qad û bajarên ku em rizgar dikin, bê guman wek hêzên leşkerî em rizgar dikin, piştî rizgarkirinê wek hêzên leşkerî em vedikişin û wê qadê radestî gelên li wir dikin. Îradeya gel li wir derdikeve holê. Mînak, wek Minbic, Til Hemîs û hwd. cihên ku hatin rizgar kirin gelên wir biryarê xwe dide, meclîsên xwe ava dike. Ya ji bo me esas ev e. Ji ber vê jî hemû gelên ku di bin dagirkeriya DAIŞ de ye xwestekên xwe pir in ku em wan rizgar bikin." 

'TIRKIYE BI XEYALÊN OSMANÎ DIJÎ'

Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê û hikûmeta Erdogan li hember Sûrî û anî ziman ku Tirkiye dixwaze li Sûrî û Iraqê xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Hesen wiha dirêjahî da axaftina xwe; "Dîsa, di vê demê de Tirkiye jî gelek îdeyan tîne ziman, ji xwe bi ketina Cerablûs re ket axa Sûrî. Bi rêya hêzên bi navê Dil el firat, Ceşil hur ava kirin ku ev hêz jî hemû bi peran kar dikin. Bila li ser van hêzên ku dewleta tirk bi wan re kar dike lêkolîn bê kirin ku ev kî ne? Em wan wekî Ceşil hur nabînin. Ew hêzekî tirkî ne. Ji bo desketiyên hatine afirandin û destketiyên bêm afirandin, gef û xeteriyeke mezin e. Ketina hêzên tirkiyê li Cerablûs em wek dagir kirin dibînin û ti carî jî em ê qebûl nakin. Erdogan îdea dike ku ew ê werin Babê, dîsa werin Minbicê û Reqqayê. Em ti carî destûr nadin ji bo tiştek wiha. Lê ez wek kesekî ji Reqayê vê bêjim û dîrokê jî ev îspat kiriye. Eger gel ne bi te re be ti nikarî xwe li wir bigirî. Ev ji bo hemû hêzan derbasdare. Gelê Reqayê ti carî hêzên Erdogan, hêzên Tirkiyê yên leşkerî ti carî ne di Reqa de û ne jî li Sûrî qebûl nake. Wek hêzên demokratîk ên Sûrî em jî ti carî vê qebûl nakin. Pêwîstiyek me wisa jî nîne. Ji ber ku em têra xwe hene. Wek hejmar jî em bes in. Pirskirêkek me ti carî bi gelê Tirkiyê re nîne. Beravajiyê vê em cîran in, heta em mirovên hev in. Vê rastiyê kes nikare înkar bike. Lê wek hikûmeta niha ya ku li Tirkiyê heye. Bi xeyalek nizam çiqas sal dijî. Bi xeyalê împaratoriya Osmanî dijî. Ne tenê ji bo Sûrî, ji bo Iraqê jî wisa nêzîk dibin. Ketina wî Mûsil jî li ser vê esasê ye. Dîsa qala Şamê, Helebê dike. Ev fermî di belgeyên wan de heye. Ji ber vê jî ez bêjim ev xeyalên wan wê wek xeyal bimîne. Wê ti carî hidûdê Sûrî derbas neke. Pirsgirêkên di nav tirkiyê de tê zanîn. Bila Tirkiye destpêkê bi pirskirêkên xwe re mijûl be. Ev çi pirsgirêka Kurd dibe, çi pirsgirêkên navxweyî dibe. Berê niha li ser wî derbe çê bû, bila bi van pirsgirêkên xwe ve mijûl be. Karê wî bi pirsgirêkên Sûrî nîne. Em bi xwe dikarin pirskirêkên xwe ve mijûl bibin û çareser bikin."

...