Yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê Navçeya Çelê ya Colemêrgê şevê din herêma Başûrê Kurdistanê dan ber topan.
Ji noqteyên leşkerî yên li Uzumlu û Karataşê yên navçeya Çelê yên li ser sînor herêma Başûrê Kurdistanê topbaran kirin. Topbaran ku di demjimêrên şev destpêkir, heya demjimêrên sibehê dewam kir. Top avêtina zêde ji navenda Çelê jî hatin bihîstin.