Helîkopter bejahiya Mûşê bombebaran dikin

Helîkopter bejahiya Mûşê bombebaran dikin

Operasyonên li bejahiya navçeyên Gimgim û Şenyayla ya girêdayî Mûşê didome. Di çarçoveya operasyonê de li hin cihan dengê çekan tê, her wiha hat ragihandin ku, helîkopter jî herêmê bombebaran dikin.

Operasyonên ku li sêgoşeyên Mûş, Çewlik û Amedê, her wiha li gundê Îçmeler yê girêdayî navçeya Gimgima Mûşê destpêkirîn didomin. Ji Mûşê gelek leşker şandin herêma operasyonê û hat ragihandin ku, herêm bi helîkopteran tê bombebaran kirin. Herêma ku cih cih dengê çekan tê, veguhestina leşkerî û wesayîtên zirxî ber bi herêma operasyonê jî didome.