Hate ragihandin ku 3 helîkopter herêma di navbera navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Xinisê ya Erziromê bombebaran kirin.
Operasyona li navçeya Gimgimê ya Mûşê çend roj berê hatibû destpêkirin berdewam dike û herî dawî 3 helîkopteran herêma di navbera navçeyên Gimgimê ya Mûşê û navçeya Xizisê ya Erziromê bombebaran kir. Bombebarana li herêmê berdewam dike û li gel vê yekê karwana ji 25 wesayîtên leşkeran pêk tê ber bi herêma Akfarê ya di navbera Gimgim û Mûşê de hatin bicih kirin.