Di 44'emîn Mihrîcana Çand û Fuarê ya Tetwanê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin di roja 11'emîn de lîstika şanoyê ya bi navê "Helepçe û Roboskî" hate nîşandan.
44'emîn Mihrîcana Çand û Fuarê ya Tetwanê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê tê organîzekirin di roja 11'emîn de bi şanoyê berdewam kir.
Di çarçoveya mîhrîcana 20 rojan berdewam dike de Koma Şanoyê ya Tetra Çarçela ya Navenda Çandê ya Geverê şanoya bi navê "Helepçe û Roboskî" li Navenda Çandê ya Tetwanê pêşanda. Di şanoya kesên di komkujiyên Helepçe û Roboskiyê de jiyana xwe ji de dan çîroka wan hate vegotin û lîstik rastî eleqeyeke mezin hat.