Hejmara tîrmehê ya rojnameya Azadî: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin

Hejmara tîrmehê ya rojnameya Azadî: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin

Rojnameya Azadî ya ku di xetaa welatparêziya sosyalîst weşanê dike di hejmara xwe ya meha tîrmehê de bi manşeta ‘Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin’ de derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara meha tîrmehê de di hefteya borî de êrîşên li dijî rojnameya Atilim û Ajansa Nûçeyan a Etkîn di quncikê bi navê ‘Dengê Welat’ cih girt. Di ‘Dengê kedê’ de Serokê Egîtîm-Sen a Amedê Kasim Bîrtek jî binçavirin, girtinên KESK’ê ku ew jî di nav de hate nirxandin. Di rûpela ‘Jinû Jîn’ de jî ‘qanûna kurtajê’ tê nirxandin.

Di qunciknivîsa bi navê ‘Berê Çavdêriyê’ de jî; Polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî kurdan û gotinên Leyla Zana yên ku zêde hatin nîqaşkirin jî cih digirin. Her wiha AKP’ê çawa nêzî pirsgirêka kurd dibe jî tê şîrovekirin.

Ji bo rûpela Ciwanên Azad jî, banga ji bo kampa Îzmîr-Dîkîl ya ku dê di navbera 31’ê tîrmehê û 5’ê tebaxê de ji aliyê SGDF’ê tê orgnîzekirin cih girt.

Di rupela bi navê ‘Belge’ de jî serlêdana endamtiya rojiya mirinê ya endamê MLKP MK Huseyîn Demîrcîoglu k udi 25’ê tîrmeha 1996’an de jiyana xwe ji dest da jî hate weşadin. Dîsa di rupela ‘Name’ de jî şahidiyên Gaziyê rojiya mirinê Nîhat Goktaş tê vegotin.

Di rupela Dengê Ronahiyêd ejî nivîsa nivîskara sosyalîst Kutsiye Bozoklar a di 16’ê tîrmeha 2009’an de jiyana xwe ji dest da a bi navê ‘Têkoşîn’ hatiye dayîn.