Hejmara kesên li Şîrvanê jiyana xwe ji dest dan gihaşte 6’an

Li madena sifirê ya Şîrvanê kesên ku di bin hezazê de mam û jiyana xwe ji dest dan bûne 6 kes.

Di xebatên xilaskirina karkerên madenê de, ku 17’ê Mijdarê li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di bin hezazê de mabûn, cenazeyê karkerekî bi navê Sedat Bûlût hate derxistin.

Hevjîna Bûlût ku ji bo cenaze nas bike anî bûn, bêyî ku bikaribe li cenaze binere ji hiş çû. Piştre cenazeyê ku hate naskirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Tê gotin, cenazeyê Bûlût wê li gundê Otluk ê Sêrtê were veşartin.

Xebatên xilaskirina 10 karkerên di bin hezazê de mayin berdewam dikin.