Hejmara kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin gihişt 12’ê

Hejmara kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin gihişt 12’ê

Hejmara kesên ku di encama serdegirtinên malan ên li Mêrdîn û navçeyên wê pêk hatin de gihişt 12’ê.

Îro serê sibê li navenda Mêrdîn û navçeyên wê Qoser û Dêrika Çiyayê Mazî, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama operasyona bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê tê meşandin de endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Kemal Ece, Mehmet Gurkan, xebatkarên şaredariya Qoserê Reşit Tekdemir, Murat Aydın, Îsa Turan, Selahattin Yucel, Çetin Yuksek, Ahmet Başboga, endamê BDP’ê Bekir Başboga, karker Davut Oguz, ajotvan Behçet Bozdemir û xebarkarê Şaredariya Dêrikê Alaattin Ecer hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyeta Mêrdînê.