HDP û hewldana 78'an li qada ku komkujî pêk hat hatin cem hev
HDP’î û Hewldana 78’an li Pirsûsê li cihê ku komkujî pêk hat, hatin cem hev.
HDP’î û Hewldana 78’an li Pirsûsê li cihê ku komkujî pêk hat, hatin cem hev.
HDP’î û Hewldana 78’an li Pirsûsê li cihê ku komkujî pêk hat, hatin cem hev.
Bi pêşengiya HDP’ê û Hewldana 78’an bi sedan kes li baxçeyê Navenda Çanda Amara ya komkujî lê pêk hat, hatin cem hev. Girseyê komkujî şermezar kir. Her wiha parlamenterên HDP’ê ya Rihayê Leyla Guven û Ziya Çalişkan, parlamenterên Sêrtê Kadrî Yildirim, hunermend Pinar Aydinlar, hevşaredar û nûnerên HDP’ê jî amade bûn.
BERPIRSÊ KOMKUJIYÊ AKP YE
Parlamenter Çalişkan axaftinek kir û diyar kir ku ew sozê didin gelên Tirkiyeyê wê bîranîna wan bidin jiyîn û got AKP ya ku ji komkujiyê Reyhanî, Amed û Kobanê berpirsin, ji ya Pirsûsê jî berpirse. Çalişkan da xuyakirin ku hikûmeta ku her tim destekê dide DAIŞ’ê xuya ku komkujiyek wisa wê pêk bîne û got: “Serokwezîr Davutoglu niha wê bê Pirsûsê. Gelê Pirsûsê wê desturê nede ku sersaxiyê bixwaze. Emê nebin hevkarê vê komkujiyê. Emê desturê nedin şitlên ciwanan hişk bibin. Emê li Kobanê û Pirsûsê daristana azadiyê ava bikin.
Kadrî Yildirim jî pênûsênciwanan yên li erdê rakir û got wê ciwanan li Kobanê wêneyê kêfxweşiyê xêz bikira û got wê têkoşîna wan mezin bikin.
Serokê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî diyar kir ku ewê hesabê komkujiyê bipirsin û êrîş lanet kirin.