HDP û DBP'ê ji bo Sûrê banga çalakiyê kirin

Rêxistinên HDP û DBP ên Amedê, li hemberî qedexeya derketina derve û êrîşên li navçeya Sûrê tên kirin, îro saet di 14:00 de li Meydana Şêx Seîd çalakiya girseyî lidar dixin. Rêxistinan banga tevlîbûnê kirin.

Li gorî daxuyaniyên Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, parlamenterên HDP'yî, Hevşaredar û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, ji bo pêşî li êrîşên li navçeya Amed Sûrê bigirin, wê îro saet di 14:00 de li Meydana Şêx Seîd bicivin.

Di belavoka ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ya Amedê ve hat weşandin de hat bibîrxistin, ku piştî qedexeya derketina derve, navçe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin û li ser vê yekê şer destpê kiriye.

DIVÊ HER KES DAKEVE QADAN

Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Amedê hat kirin, ku ji bo pêşîgirtina li êrîşan saet di 14:00 de li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bicivin.