HDP, îşkenceya li hember malbata Yakişir bir rojeva Meclîsê
Midûriyeta Polîsan a Amedê piştî qetilkirina Tahîr Elçî, li şûna bûyerê lêkolîn bike li malbata Yakişir gef dixwe û li ser ferdên malbatê îşkenceyê pêk tîne.
Midûriyeta Polîsan a Amedê piştî qetilkirina Tahîr Elçî, li şûna bûyerê lêkolîn bike li malbata Yakişir gef dixwe û li ser ferdên malbatê îşkenceyê pêk tîne.
Midûriyeta Polîsan a Amedê piştî qetilkirina Tahîr Elçî, li şûna bûyerê lêkolîn bike li malbata Yakişir gef dixwe û li ser ferdên malbatê îşkenceyê pêk tîne. HDP'ê îşkenceya ku li ser ferdên malbata Yakişir anî rojeva Meclîsê û got: “Ger tiştek bi serê malataba Yakişir bê, berpirsyar Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ye.”
Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken êrîşên li ser malbata Yakişir ku piştî qetilkirina Tahîr Elçî destpêkir, anî rojeva Meclîsê. Balûken ji bo ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala bibersivîne pêşniyazname da. Balûken di pêşniyaznamê de got ku ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin lêpirsek baş nayê kirin. Dîsa li cihê bûyerê lêkolîn di demek zû de nehatiye kirin. Îfadeya polîsên ku li cihê buyerê nehatiye stendin û ev yek ji daxuyaniyên parêzeran diyar dibin. Di berdewama pêşniyaznameyê de tê gotin ku Miduriyeta Polîsan a Amedê lêpirsînê nake û malbatên 2 kesên di buyerê de tê dîtin hedef digirin. Di hiqûqê de rêgeza kesayetê heye û bêyî ku polîs vê yekê li ber çavan bigirin li hember hemû malbata Yakişir êrîş pêk tînin. Her wiha ferdên malbatê rastî îşkence û gefên polîsan tên. Bi vê ve girêdayî ewlehiya jiyana ferdên malbatê jî tuneye.
Di pêşniyaznameyê de herî dawî tê gotin ku polîsan pêşiya S.Y, bi wesayîtên Ford Ranger girtiye û yekê jê re gotiye, "Armanca min ne ew e ku te bixim bin çavan, ez wê te dîrek qetil bikim" Di pêşniyaznameyê de pirsa van polîsan ku ka kî ne hatiye kirin.
Pirsên di pêşniyaznameyê de wiha ne:
*Kesên rûgirtî yên li navçeya Gêncê ya Çewligê pêşiya S.Y û malbata wî girtin û îşkence lê kirîn kî ne?
*Polîsên ku li nêzî mala S.Y li keça wî xistin û derbeyên mirinê lê dayîn kî ne?
*Polîsên ku ferdên malbata Yakişir di nava Amedê de ji wesayîtê peya kirin û li kolanê îşkence lê kirin kî ne?
*Yên ku li derdora malbata Yakişir her dem digerin û derdora malê dişopînin kî ne?
*Ji malbata Yakişir 3 kes di wesatîya xwe de tên binçavkirin. Piştî binçavkirinê îşkence li wan tê kirin û tên tazîkirin. Li ser xwesteka parêzer kesên îşkence lê hatî kirin dibin nexweşxaneya û di vegerê de careke din îşkence li wan tê kirin. Kesên ku vê îşkenceyê dikin kî ne?
*Yên ku şîdet, gef û îşkenceya li jor hatî rêzkirin dikin vê hêzê û destûr ji kê stendine?
*Hinceta van polîsên ku hiqûqê binpê dikin çî ye? Ev pêkanîn bingeha xwe ya dadî ji ku digirin? Îzaha êrîşên polîsan yên li hember malbatê çî ye? Ev pêkanîn bi zanebûna we çêdibin?
* wê derbarê Miduriyeta Polîsan a Amedê de û derbarê van polîsan de lêpirsînek were destpêkirin?
*Ev kesên paramîlîter ku li herêmê derketîn holê kî ne? Talîmatan ji kê digirin? Li hember van pêkanînan ji aliyê hikumeta we ve soza bêcezayî hatiye dayîn?
*Ger tiştek bi serê malbata Yakişir bê berpirsyarên vê yekê şexsê we û hikumeta we ye. Hûn di vê zanebûnê de ne û hûn wê dawiyê li ser van êrîşên li hember malbata Yakişir bînin?