HDP heyetê dişîne Dêrik û Nisêbînê
HDP’e di dema qedexeyên kolanan ên li navçeyên Nisêbîn û Dêrikê berdewam dikin de ji bo karibe binpêkirina mafan di cih de tespît bike wê heyetekê bişîne.

Ji HDP’ê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin: “Di dema qedexeyên kolanan ên li navçeyên Nisêbîn û Dêrikê yên Mêrdînê berdewam dikin de ji bo binpêkirina mafan di cih de bê tespîtkirin û li hember van li cem gelê xwe cih bigirin heyeta me ya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Kamûran Yuksek, Parlamenterê me yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Parlamentera me ya Wanê Birêz Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamenterê me yê Semsûrê Birêz Behçet Yildirim, Parlamenterê me yê Êlihê Birêz Mehmet Alî Aslan, Parlamenterê me yê Amedê Birêz Îmam Taşçier û Parlamenterê me yê Stenbolê Erdal Ataş pêk tê wê sibehê (2’ê Kanûnê 2015’an roja Çarşemê) biçe Mêrdînê.”