HDP’ê rapora xwe ya li ser Geverê weşand
HDP’ê têkildarî êrîşa qirker a bi ser Geverê de raporek amade kir. Di raporê de hate gotin, 90 kes hatin kuştin, 6770 mal hate kavilkirin û şewitandin.
HDP’ê têkildarî êrîşa qirker a bi ser Geverê de raporek amade kir. Di raporê de hate gotin, 90 kes hatin kuştin, 6770 mal hate kavilkirin û şewitandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora Geverê weşand.
Di raporê de hate gotin ji Tebaxa 2015’an û heta niha, bûyerên ji "qedexeya derketina derve’’ rû dan, bandoreke giran li Geverê kirine.
Di raporê de hate ragihandin, li 9 bajar û 35 navçeyan bi giştî 111 caran derketina derve hatiye qedexekirin û dorpêçiya li Cizîrê, Hezexê, Geverê û Silopiya bi navberdayinê; li Şirnex, Nisêbîn û Sûrê jî bênavber dewam kiriye.
'90 MIROV HATIN KUŞTIN, 6770 MAL HATIN ŞEWITANDIN'
Hate gotin li Geverê, ji Tîrmeha 2015’an ve pirî caran ‘’qedexeyên derketina derve’’ hatiye rojevê û ev agahî hate dayin: ‘’Walîtiya Colemergê 13’ê Adara 2016’an, bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ‘’qedexeya derketina derve’’ hatiye destpêkirin. Di ‘qedexeya derketina derve’ de ku 78 rojan dom kir, beşeke mezin a navenda bajêr hate kavilkirin, şewitandin. Li gel neteqezbûnê, 39 kesên ku nasnameya wan diyar bûye û 51 kesên ku li ‘’Goristana Bêkesan a Erzeromê hatine veşartin, bi giştî 90 kes hatin kuştin. Li Geverê di encama tundiya hêzên leşkerî yên dewletê de, 6770 mal hatin kavilkirin û xisar dane wan."
Agahiyên berfireh ên li ser raporê, li vê lînkê dikarin peyda bibin:
http://www.hdp.org.tr/images/UserFiles/Documents/Editor/geverrapor.pdf