Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî 7 parlameteran hatin girtin, Desteya Rêveberiya Navendî û Koma Meclîsê ya HDP'ê duh li Amedê li hev civiyan û di encama civîna 6 saetan de biryarên girîng standin. Biryarên di civînan de hatin girtin, li avahiya HDP'ê ya Bajarê Amedê ji raya giştî re hatin ragihandin. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamenterên HDP'ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît (HDK), Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek û gelek endamên partiyê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ve hate dayîn.
Bîlgen biryarên hatin standin bi 4 xalan eşkere kir û got, wan karên xwe yên li Meclîsê sekinandine.
Bi gotina "Em ê ji sedî sed bi ser bikevin" Bîlgen dest bi axaftina xwe kir û got, "Ez êrîşa bombeyî ya 4'ê Mijdarê li Amedê hate kirin şermezar dikim, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be, ji gelê me re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim."
Bîlgen da xuyakirin, ku ew hevserok, parlamenter, hevşaredar û rêveberên xwe yên roja 4'ê Mijdarê û beriya wê dîl hatine girtin bi rêzdarî silav dikin û got, "Em li pişt wê sekna wan bi serbilind û bi rûmet in."
Li gorî daxuyaniya Bîlgen, biryarên hatine standin bi vî rengî ye:
"1-Desthilatdariya Erdogan-AKP'ê bi êrîşên giran ên li dijî siyaseta demokratîk û mûxalefeta demokratîk, dixwaze destketiyên siyasî demokratîk talan bike, hemû saziyên ava bûn tesfiye bike.
Desthilatdariya AKP'ê ku di destpêkê de destnedana parlamenteran rakir û piştre hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke firsendekê bi kar anî, bi Rewşa Awarte û Biryarnameyan welêt bi rê ve dibe û darbeya xwe dimeşîne, bi tevizandina Meclısê re Tirkiye veguherandiye 'Komara Qeyûm'. Herî dawî 9 hevalên me yên wekîl ku hevserokên me jî di nava wan de ne girt û bi vî rengî nîşan da ku bi ti awayî hurmetê nade vîna gel. Dorpêçkirina avahiya Navenad Giştî ya Partiyê li Enqereyê û astengkirina endam û rêveberên me, ku nikarin bikevin hundir, nêrîna wan a li siyaseta demokratîk nîşan dide.
2- Di encama nîqaş û nirxandinên Koma me ya Meclîsê û Desteya me ya Rêveberiya Giştî de, me biryar dan ku li dijî vê êrîşa herî tarî û berfireh a dîroka me ya siyaseta demokratîk, xebatên xwe yên li organa qanûndanînê bisekinînin û bi gelên xwe re biryarê bidin.
Di rojên pêş de em ê li nava mal, tax, gund, navçe û bajaran bigerin, gilî, gazin û pêşniyarên gelê xwe guhdarî bikin. Em ê bi hemû pêkhate, hêzên me yên tifaqê, sazî, hêzên demokrasî, aştî û kedê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, yekîtiyên pîşeyî, komên baweriyan, tevgerên jin, ciwan, hawirdor û ekolojiyê re rûnên û pêşiyarên wan bigirin.
Piştî vê şêwira berfireh, em ê pêşniyaran binirxînin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin. Ne tenê parve bikin, em ê di çarçoveya van pêşniyaran de gavên ber bi siberojê ve bavêjin. Li dijî 'Komara Qeyûm' em ê têkoşîna 'Komara Demokratîk' mezin bikin.
3- HDP bi sazî, tifaq, pêkhate, hevserok, wekîl, endam û rêxistinên xwe re, ji bo hebûna mûxalefeta demokratîk û siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê, garantî ye. Dîlgirtina hevalên me yên têkoşîna aştî, çareserî, demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê dimeşînin, wê nikaribe vê sekna me ya pîvanî biguherîne. Wê nikaribe me ji têkoşîna me ya li qada siyaseta demokratîk vegerîne.
4- Em ji vê derê bang li hemû hêzên demokrasiyê, saziyên demokratîk, parlament, partiyên siyasî û rêxistnên civakî yên sivîl ên li hemû welatên cîhanê dikin: Ji bo pîvanên hiqûqa demokratîk û mafên mirovan ên gerdûnî dengê xwe bilind bikin, helwesta polîtîk nîşan bidin, serî li ber gefên Erdogan netewînin. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan-AKP'ê Tirkiyeyê ber bi rejîmeke totalîter ve dibe ku tê de mafên mirovan ên gerdûnî tine tên dîtin û peymanên demokratîk ên mafên mirovan tên binpêkirin. Eger ev neyê rawestandin, ev yek wê li dijî hemû welatên herêmê û gelên Ewropayê gefeke mezin be.
Em bang li hêzên demokrasî, ked û aştiyê, bang li hemû welatiyên xwe yên ji ber zext û bêedaletiya desthilatdariya Erdogan-AKP'ê tengav bûne dikin: Banga me ne tenê ji bo piştgiriya bi HDP'ê re ye. Banga me ew e, ku ji bo wekhevî, azadî, edalet, demokrasî û laîtiyê têkoşîneke hevpar were meşandin.
Em ê serî li van pêkanîna netewînin. Li pêşberî dîktatoriyê em ê pêşniyarên xwe yên demokrasiyê berfireh bikin. Em ji bîr nekin; em hemû hêvî û ronahiya demokrasî û azadiyê ya Tirkiyeyê ne. Em ê vê hêvî û ronahiyê timî mezin bikin."