Di encama êrîşên topbaranî yên artêşa Tirk ên li hemberî hemberî xeta sînor a Çiyayê Cûdî pêk hat de, agir bi daristanan ket.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama topbarana artêşa Tirk a ji Tabûra Hîsarê ya li ber çiyayê Cûdî pêk hat de, agir bi girên bilind ên Cûdî û herêma Pûzê Çeto ket. Hate zanîn ku şewata daristanan heta niha jî berdewam dike û ji bo vemirandinê tu tiştek nayê kirin.
ARTÊŞA TIRK DARISTANAN WÊRAN DIKE
Artêşa Tirk di her havînekê de li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dest bi qirkirina daristanên Kurdistanê dike. Li gorî bîlançoya gihiştiye ber destê ANF’ê, artêşa Tirk di mêehên pûşper, tîrmeh, tebax û îlona 2011 de agir berda nêzî 60 cihên daristanî. Di sala 2010 de ji salên 1990’an zêdetir daristan hatin şewitandin.
Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a sala 2010 ya ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hat weşandin, di nav çend mehan de 98 herêmên daristanî yên Kurdistanê hatin şewitandin. Di navbera pûşper û îlona 2009 de jî 62 daristan hatin şewitandin.