Hatîp Dîcle: Sebra Kurdan bi Ocalan nepîvin
Li Agiriyê îro bi tevlîbûna bi hezaran kesî mîtîngek hate lidarxistin. Li mîtîngê hem gel û hem jî siyasetmedaran peyam dan.
Li Agiriyê îro bi tevlîbûna bi hezaran kesî mîtîngek hate lidarxistin. Li mîtîngê hem gel û hem jî siyasetmedaran peyam dan.
Li Agiriyê bi navê ‘’Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal’ mîtîngek hate lidarxistin. Li mîtîngê Hevserokê KCD’ê Dîcle, Hevserokê DPB’ê Tuncel û Hevseroka HDP’ê Yuksekdag axivîn û gotin bila di zûtirîn demê de tecrîda li ser Ocalan were rakirin û hate gotin, bila sebra Kurdan bi Ocalan nepîvin.
Li Agiriyê îro bi tevlêbûna bi hezaran kesî mîtîngek hate lidarxistn. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle di mîtîngê de, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, ‘’Bila sebra Kurdan bi Ocalan neyê pîvan’’ Di heman mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel jî got, ‘’Em ê xetîreya azadiyê ya ku li Minbicê hatiye vêxistin li tevahiya Kurdistanê gur bikin’’, Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî têkildarî ‘eniya millî’’ got, ‘’koalîsyona berjewendiyê di nêz de wê bifeşkile, her sê bi hev re biçin’’
DÎCLE: SEBRA ME BI OCALAN NEPÎVIN
Dîcle di mîtîngê de gotina Ocalan a ku digot, ‘’Ku arîşeya Kurd çareser nebe wê mekanîka darbeyê sazkar bibe’’ bi bîr xist û behsa wê kir ku piştî hewldana darbeyê tecrîda li ser Ocalan bêhtir hatiye girankirin. Dîcle wiha berdewamî da axaftina xwe, ‘’Lê îro piştî ku mekanîka darbeyê hatiye sazkar kirin, ji Ocalan agahî nayê standin. Malbata wî, parêzerên wî, gel di nav fikarên kûr de ye. Gelê me dixwaze têkildarî tendirustî û ewlekariya wî agahdar be. Di her mijarê de miro dikare sebra Kurdan bipîve lê di mijara Rêzdar Ocalan de sebra Kurdan nepîvin.’’
Dîcle têkildarî destlênedana wekîlan û qeyûman jî axivî û got, ‘’Dixwazi destlênedana wekîlan ku gel ew bi dengên xwe yên azad hilbijartina rakin. Em ê ji bo demokrasiyê kêferatê bikin. Ku bi qanûnên torbeyan bixwazin qeyûman bînin ser şaredariyan em ê li ber xwe bidin. Ge li hemberî darbeyê, tangan çawa li ber xwe dabe, rewa ye ku Kurd jî li vîna xwe xwedî derbikevin.’’
TUNCEL: EM Ê XETÎREYA AZADIYÊ LI HEMÛ KURDISTANÊ GUR BIKIN
Hevseroka DBP’ê Tuncel li ser dikê xîtabî gel kir û têkildarî Rewşa Awarte û azadiya Minbiçê got, ‘’Em pir baş pê dizanin bê ka Rewşa Awarte çiye. Li Kurdistanê Rewşa Awarte her hebû jixwe. Rewşa Awarte me ji têkoşînê dûr naxe, hêrsa me mezintir dike tenê. Li tihêla me Minbic azad bû. Li vir jî di nêz de wê serkeftin pêk were. Slav ji wan cangoriyan re ku Minbic azad kirin. Xetîreya azadiyê ya ku li Minbicê hatiye vêxistin em ê li hemû Kurdistanê gur bikin.’’
YUKSEKDAG: EM Ê SERÊ XWE JI DARBEYÊ Û REWŞA AWARTE RE NETEWÎNIN’
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî têkildarî darbeyê û Rewşa Aware got, ‘’Em ê serê xwe ne ji darbeyê re û ne jî ji Rewşa Awarte re netewînin. Em ê meydanê û rêveberiyê ji darbekaran re, ji dîktayan re nehêlin. Tirkiyê 15’ê Tîrmehê xwe ji belayekê xilas kir lê li ser serê gelên Tirkiyê belayeke dî jî heye. Ew jî AKP ye. Darbe di nav xwe de kirin. Di serî de bi jî bi dijderketina Kurdan beralî kirin. Lê piştî darbeyê Rewşa Awarte ragihandin. Ev bêyî ku darbeyan bikin venahewin. An wê darbeya leşkerî an jî wê ya sivîl bikin. Niha dixwazin em serê xwe ji darbeyan re bitewînin, ku em her cure darbeyan red dikin. Ev gel wê destûrê nede dîktaya wan û siyaseta Rewşa Awarte.’’