Hate îdîakirin ku Kiliç cara duyemîn qirika xwe birî

Hate îdîakirin ku Kiliç cara duyemîn qirika xwe birî

Girtiyê bi navê Abdulvahît Kiliç yê ku bi armanca şermezarkirina bûyerên li Girtîgeha Rihayê qirka xwe birî û hewildana întîxarê kir, şevê din li Girtîgeha Midyadê cara duyemîn hewildana întîharê kir û jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê siyasî Abdulvahît Kiliç (43) yê ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dima di 19'ê hezîranê de bi armanca şermezarkirina bûyerên Girtîgeha Rihayê ya ku 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan qirika xwe birî û hewildana întîxarê kir şevê din li Girtîgeha Midyadê ya ku sirgûnî lêhate kirin cara duyemîn hewildana întîxarê kir jiyana xwe ji dest da. Kurê Kiliç Vedat Kiliç, diyar kir ku têkildarî mijarê de rayedarên girtîgehê di demjimêr 07.00'an de li wan geriyan û ji wan re gotin bawê wî şevê din qirika xwe birî hewildana întîxarê kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hate kirin û li ser hemû mudaxeleyan nehate xelaskirin.

CENAZE DÊ BÊ DEFINKIRIN

Cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê birin Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li bendêne ku cenazeyê Kiliç li navçeya Karasê ya Amedê bê definkirin.

MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ DAXUYANÎ NEDAN

Midûrê Girtîgehê têkildarî mijarê de got bûyer ji Serdozgeriya Komarê û Wezareta Dadê re ragihandin û têkildarî mijarê de dê rojên pêş daxuyaniyê bidin. Rayedar têkildarî mijarê de payeya wî ya agahiyan bide tuneye.