Hat îdîakirin ku gêrîlayan li Pulurê 2 gundî desteser kirine

Hat îdîakirin ku gêrîlayan li Pulurê 2 gundî desteser kirine

Hat îdîakirin ku, du gundiyên li gundê Yeşîlyazi ya girêdayî navçeya Pulur ya Dêrsimê ji aliyê gêrîlayan ve hatine desteserkirin û birine herêmên çiyayî.

Li gorî îdîayên di çapemeniya Tirk de duh şev, çar kesên çekdar li gundê Yeşîlyazi Feramuz Şen yê 37 salî û Alî Riza Duşkun yê 35 salî li gel xwe birine herêmên çiyayî.

Hat îdîakirin ku, kesên çekdar gêrîlayên HPG’ê ne, di derbarê mijarê de heya niha HPG’ê çi daxuyanî nedane.