Li Cizîrê şahidên bûyerê destnîşan kirin ku kesên hatine gulebaran kirin wextê reviyan bê çek bûn û wê demê Hasan Nerse (17) birîndar bû. Şahidan anî ziman ku polîs dest û lingên wî girêdane û li wir înfaz kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan ciwanê Kurd Hasan Nerse (17) li kolanê înfaz kirin. Çapemeniya şer a AKP'ê bi nûçeyên derew hewl da qetilkirina Nerse rewa nîşan bide. Şahidên bûyerê diyar kirin ku polîsan dest û lingê wî girêdane û li kolanê înfaz kirine. Şevê din bi dehan wesayitên zirxî li ser kolana Kobanê ketin pey wesayîtek sivîl. Wesayîtên polîsan 4 kesên ji wesayîtê reviyan gulebaran kirin û di encama gulebaranê de Hasan Nerse û kesekî navê wî nehatiye zanin birîndar bûn. Şahidên bûyerê der barê înfazkirina Nerse de axivîn. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku kesên hatine gulebarankirin wextê revîn bê çek bûn û Hasan Nerse bi guleya polîsan birîndar bû. Heman şahidan anî ziman ku polîs dest û lingên wî girêdane û li nava kolanê înfaz kirin.
'POLÎSAN KESÊ BIRÎNDAR WEKE TELÎSEKÊ AVÊTIN AMBÛLANSÊ'
Şahidê bûyerê N.E. diyar kir ku wesayîtên zirxî ketibûn pey wesayîtek sivîl û da zanîn ku piştî wesayita sivîl ket kolana Kobanê xwe li peyarê da û rawestiya. N.E. bilêv kir ku 4 kes ji wesayitê daketin û ji wir reviya û wiha axivî: "Wesayitên zirxî gule berdan ser her 4 kesan. 2 kes birîndar bûn lê birindarekî xwe xilas kir. Polîsan ewil got birîndarê cihê bûyerê destê xwe veke û paşî dest û lingê wî girêdan. Polîsan nehiştin ambûlans bê cihê bûyerê. Xebatkarên ambûlansê ji wesayîtê peya kirin. Polîsan cenazeyê kesê birindar hilgirtin û bê sedye weke telîsekê avêtin hundirê ambûlansê."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Enîse Guneylî, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, hevserokên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê ji bo şermezarkirina qetil kirina Hasan Nerse çûn cihê bûyerê û daxuyanî dan çapemeniyê.
'BI KUŞTINÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARÊSER NABE'
Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî destnîşan kir ku şevê din ciwanek hatiye infazkirin û got her tişt di dîmenê polîsan parve kiriye de xuya dike. Elçî da zanîn ku di dîmen de dest û lingên ciwan hatine girêdan û got mirov dest û lingên ciwanê birîndar çawa girê didin. Elçî bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha axivî: "Divê hemû kes baş zanibe bi kuştinê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ev rê 30 salan hatiye ceribandin. Divê pêvajoya diyalogê demildest were destpêkirin û dawî li êrîşan were."
'BOTAN BI HÊRS E'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da zanîn ku ev rewş encama qebûlnekirina serketina hilbijartinên 7'ê Heziranê ye. Encu da zanîn ku ku piştî komkujiya Pirsûsê hikûmetê pêvajoya şer daye destpêkirin. Encu bilêv kir ku polîs guleyan berdide çalakgeran û ev tişt anî ziman: "Ev hefteyek polîs êrîşî gelê Botanê dikin. Botan bi hêrs bûye. Rayedar dernakevin telefonên me. Rayedar me weke dijminên xwe dibinin." Encu da zanîn ku têkoşîna wan a ji bo aştiyê wê bidome.
Piştî axaftinan, bi dirûşma "Şehîd namirin" çalakî bi dawî bû.