HAK-PAR: Kurdan dixapînin

HAK-PAR: Kurdan dixapînin

Serokê Rêxistina HAK-PAR'ê yê Amedê Vahap Kahraman, diyar kir ku li hemberî kurdan polîtîkayên xapînok û taloqkirin pêk tên û gera Erdogan ya Amedê tu hêviyê nade tu kesî.

Serokê Rêxistina HAK-PAR'ê yê Amedê Vahap Kahraman, têkildarî gera Serokwezîr Erdogan ya Amedê de daxuyaniyeke nivîskî da. Kahraman, anî ziman ku gerên Erdogan yên berê hêvî pê hebû lê di vê gerê de hêviya tu kesî tuneye. Kahraman, da zanîn ku sedema vê yekê jî ewe ku pirsgirêka Kurd bi rêbaza ewlehiyê tê bidest girtin.

Kahraman, bilêv kir ku helwesta hikûmeta AKP'ê "Rêberên berê xirap nebûn û nêzîkahiyên statukoyî berdewam dike" û wiha got: "Pêvajoya 'pêşîvekirina kurd' bi aweyek bi biryar berdewam nekir. Tê fêmkirin polîtîkiyên miştexul û taloqkirinê berdewam dike. Disa di makezagona nû de daxwazên kurdan nayê dîtin û ev hemû di nava gelê Kurd de rewşeke neynî pêk tîne."

'USLUBÊ SEROKWEZÎR Û WEZÎRÊ NAVXWEYÎ DIBE SEDEMA ŞKESTINAN'

Kahraman, têkildarî daxuyaniyên komkujiya Roboskiyê de jî wiha got: "Uslubê serokwezîr û wezîrê navxweyî dibe sedema şikestinan. Uslubê serokwezîr û peyamên didin vê rewşê belevajî nake. Di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din dê bi diyalogê bên çareserkirin û li şûna peyaman na divê gavên şênber bên avêtin."