Alîkarê Serokê Gıştî yê HAKPAR’ê Umît Tektaş têkildarî nîqaşên dersên hilbijartî ya Kurdî wiha got: “Di qonaxekî wisa de hem bi rengekî bijartî hem jî hefteyê du saetan, hem jî dibistana seretayî de na. Yanî ji pola 5’an şun ve dê bê dayîn. Ev gavekî dereng maye. Em ji bo mafê rewa jî em wekî xapandin bi nav dikin. Li gel ev qas şênî, ev qas berxwedan û di nava şert û mercên cîhanê yên îro de dawiya dawî dersekî hilbijartî bi rastî em gavekî ne baş dibînin.”
Li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê dersa hilbijartî ya kurdî de aliyekê nîqaş didomin, li aliyê din jî Hikumeta AKP’ê ji bo sala pêş dest bi dersê hilbijartî bike amedekariyên xwe didomîne. Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Netewî ya Tirkmamosteyên van dersan wê ji beşên Ziman û Wêjeya Tirkî yên zanîngehan bên hilbijartin. Li gel van geşedanan Alîkarê Serêkê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Umît Tektaş jî nêrînên xwe yên di vî warî de bi ANF’ê re parve kir. Umît, gavên Hikûmeta AKP’ê wekî derengmayî, palyatîf û ji bo xapandinê pênase kir û diyar kir ku lazime Tirk xwedî çi mafî bin, kurd jî xwedî heman mafan bibin.
‘GAVEKÎ DERENGMAYÎ YE’
*Ev demeke li Tirkiyeyê nîqaşa dersên hilbijartî tê kirin. Hûn wekî partî van niqaşan û helwesta hikûmetê çawa dinirxînin?Wek tê zanîn me beriya niha derbarê mijarê de bîr û fikrên partiya xwe ji raya giştîre aşkera kir. Em li bendê bûn ku AKP gavên erênî û pozîtîf û bi berjewendiyên netewa Kurd re girêdayî bavêje. Mixabin, ev deh sal in, gavên palyatîf û derengî diavêje. Ev gav 10 sal beriya niha hatiba avêtin, texmîna min ew ê ku ji bo hemû kurdan cihê şanaziyê bû. Gavekî erênî bû. Di vî warî de dewlet pir dereng ma. Niha Kurd dixwazin xwe li ser axa xwe îdare bikin. Kurd doza statuyê dikin. Kurd doza hemû mafên xwe ên rewa dikin. Di qonaxekî wisa de hem rengekî bijartî hem jî hefteyê du saetan, hem jî dibistana seretayî de na. Yani ji pola 5’an şun ve dê bê dayîn. Ev gavekî dereng mayiye. Em ji bo mafê rewa jî em wekî ewqandin xapandin bi nav dikin. Li gel ev qas şênî, ev qas berxwedan û di nava şert û mercên cîhanê yên îro de dawiya dawî dersekî hilbijartî bi rastî em gavekî nebaş dibînin. Lê ji ber bikaranîna navê Kurdî ez di wê baweriyê de me di paşerojê de wê rê li ber hin tiştên din veke. Heta zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî. Hûn dizanin em dixwazin zimanê Kurdî li ser axa Kurdistanê wek wek zimanê fermî bê karanîn. Dersa ziman a hilbijarti jî dibe ji bo tirkan were amadekirin. Zarên Tirkan ku eger bixwazin zimanê Kurdî hîn bibin. Ji bo kurdan dersa zimanê hilbijartî nayê bikaranîn. Di warê zanyariya ziman û rêbazên siyasî de şaşiyek e. Gelê Kurd dixwaze xwe li ser axa xwe bi rê ve bibe û hemû mafên xwe yên rewa li ser vê axê bi kar bîne.
‘JI BO BIRATIYÊ DILXWAZ NÎNIN’
*Ji bo Tirkî olîmpiyat tên lidarxistin lê ji bo Kurdî hefteyê 2 saetan dixwazin dersa hilbijartî bidin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Em di her warê jiyanê de dixwazin Kurd jî weki Tirkan xwedî heman mafan bin. Ji bo vê jî em pergalekî federatîf pêşniyar dikin. Yanî Tirk xwedî çi mafî bin, divê Kurd jî xwedî heman mafan bibin. Di her warî de wekhev bin. Heta ku Tirk û Kurd nebin wekhev em dê bitêkoşîn. Rastiya nêrîna me ev e. Hûn dizanin ev 90 sale dewleta Tirk nasname û çanda Kurd tune qebûl kir. Heta demekî peyva Kurd qedexe bû. Niha jî siyaseta qirkirinê tunekirinê xwe vegere, lê belê siyaseta naskirina dê bi çi rengî be di wî warî de jî zelal nîne. Mejiyê wan tevliheve, siyasetekî wan ê berfireh tune ye. Zimanê Tirkî zimanê wan e, dikarin ji bo wê olîmpiyatan jî li dar bixin. Ji bo ku zimanê xwe biparêzin, pêş ve bibin wê qedir-qîmet bidin. Di meselaya zimanê Kurdî de, tu niyetekî zelal ya dewletê tune ye. Ji bo biratiya Tirk û Kurdan dilxwaz nînin. Dixwazin vê pêvajoyê meseleyê ji bo boyaxkirina çavê cîhanê di çarçoveyek teng de çareser bikin lê ev jî çareserî nîne. Nabe ku 5 milyon kurd li Başûrê Kurdistanê xwe bi xwe îdare bike, 20 milyon Kurd li Bakûrê Kurdistanê tenê qîma xwe bi TRT 6’ê bîne, qîma xwe tênê bi dersa hilbijartî bîne. Divê Kurd li ser erdnîgariya xwe bigihin hemû mafên xwe. Em vê meseleyê jî di çarçoveya federasyonê de dinirxînin. Pêşniyara çareserkirina pirsgirêka Kurd a partiya me ev e. Em hêvîdar in meseleya Kurd di pêvajoyek wisa de bê çareserkirin. Di aliyê din de desthilatdariyekî guhertinhez, desthilatdariyekî wêrek. Desthilatdariyekî bikare gavên pozîtîf û gavên pêvajoyê biguherîne bavêje lazime. Mixabin AKP’ê hêj bersiva vê pêvajoyê nedaye.
‘DI REWŞA HEYÎ DE JI BO KURDAN EV NE MAFEK E’
* Di vî warî de hûn niyeta AKP’ê ji dil dibînin gelo?Em tu carê meseleyê di weznên çarçoveya samîmiyete de nanirxînin. Mesele kiryar in. Eger gotiba ku em mafê perwerdehiya zimanê zikmakî li erdnîgariya Kurdan û li cihên ku Kurd lê dijîn, wekî Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê wekî Tirkî em dê Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê. Em bi xwe dixwazin bibe zimanê fermî. Ger nebûba zimanê fermî jî me dê dîsa piştgirî daba vê gavê. Ev gava hatiye avêtin, hûn ji kurdekî na, ji erebekî, farsekî, Frensekî yan jî yeki Ewropî bipirsin, ‘Li welatekî 20 milyon Kurd hene. Ji pola 5’an şun ve ji bo hînkirina zimanê wan hefteyê 2 saetan dersa hilbijartî dê bê dayîn?’ cihê kenê ye. Heta em wekî partî dibêjin ku me dixapînin. Lê em nayên xapandin. Em vê gavê, gavekî dereng mayî û bersivê nade pêvajoyê dinirxînin. Ger ev gav rê li ber gavên din veke baş e. Wisa be mirov dikare wekî destpekekê binirxîne. Lê ger ji bo astengkirina mafxwastina Kurdan be nayê qebûlkirin. Ev ne mafek e. Di rewşa heyî de ji bo gelê kurd ev mafek nîne.