Guven: Heta xweseriya demokratîk pêk were wê têkoşîna me bidome

Guven: Em li warê Mazlûm Dogan Depê soz didin, heta xweseriya demokratîk pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mîtînga HDP, KCD û DBP’ê de ku bi şîara “li dijî darbeyê demokrasiya radîkal” li Depê hate lidarxistin, got; “Em li warê Mazlûm Dogan Depê soz didin, heta xweseriya demokratîk pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel jî diyar kir ku wê rê nedin tifaqa li dijî Kurdan.

HDP, KCD û DBP’ê bi şîara “li dijî darbeyê demokrasiya radîkal” li navçeya Depê ya Elezîzê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de li gel Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel, Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu, rêveberên HDP û DBP’î, bi sedan kes amade bûn. Bi sedan kesên ku gun nedan germahiya havînê, li Qada Garajê bi stranan govend gerandin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mîtîngê de axivî, bal kişand ser pêvajoya niha, destnîşan kir ku 40 sal in li Tirkiyeyê têkoşînek dimeşe. Guven gotin ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan bi bîr xist û got, “Ew sîstema ku me nas nake, em jî nas nakin” û wiha pê de çû: “Ji bo di van deman de gelê Kurd bê nasîn, Mazlûm Dogan û hevalên wî ji tarîtiya li Kurdistanê re bûn ronahî. Dema destpêka pêvajoya çareseriyê, 3 jinên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Li Îmraliyê rûniştin, lê maseya şer li Enqereyê danîn. Maseya aştiyê jî li Îmraliyê. Niha FETO’yî wek dijmin ragihandin. Ev hevûdu nas dikin. Ew li Cizîr, Sûr, Nisêbînê li cem hev bûn. Ev fermandar niha ji bo darbeyê hatine girtin. Ji ber çi ji bo kiryarên li Kurdistanê nehatin girtin?”

Guven bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê,  û got; “Em li warê Mazlûm Dogan Depê soz didin, heta xweseriya demokratîk pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ti carî gavê bi şûn de navêjin.”

TÛNCEL: EM JI BO JIYANEK NÛ TÊDIKOŞIN

Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel anî ziman ku ji bo jiyanek nû têdikoşin û wiha dewam kir: “Pêşengtiya vê têkoşîna nû, erk û berpirsiyariya me ya esasî ye. Pêvajoya em tê de ne 3. Şerê Cîhanê ye. 3. Şerê Parvekirinê ye. Qewimînên li Sûriye, Iraq û Îranê bi vê ve têkîldar e. Dibêjin ‘an hûn ê wek me bijîn an jî em ê mirinê li we heq bibînin.’”

Tûncel bi bîr xist ku AKP, CHP û MHP’ê li şûna pêşxistina demokrasiyê ya li dijî darbekaran, meclîs taloq kirine û eniyek şer ava kirine, destnîşan kir ku ev yekîtiya jî li dijî Kurdan, HDP’ê pêk anîne. Tûncel wiha axivî: “Îro AKP, CHP û MHP’ê destûrek bingehîn a nû çêdikin. Lê, HDP’ê nîne. Ji berk u dema HDP’e li wir be wê bêje demokrasî. Wê bêje azadî. Wê bêje rê ji faşîzmê re nîne. CHP’e ji bo me dibêje pêwîst e em wan rêkûpêk bikin. Em ji bo ji vê nîzamê derkevin têdikoşin.”

Tûncel bal kişand ser rewşa bajarên ku berxwedana xwerêveberiyê nîşan da, got: “Wan rûmeta mirovahiyê parastin. Divê niha em karibin birînên xwe bipêçin. Li Sûr, Cizîr, Gever, Nisêbînê bi deh hezaran mirov bê cih û war in. Bi zorê tên koçberkirin. Ji bo vê jî divê em piştevaniyê berfireh bikin.”

Tûncel herî dawî li ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya, destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe wê ji qadan veneqetin.