Gundiyên Minbicê: Em ê êdî bi rengekî azad bijîn

Gundiyên Mustefa Hemadê, ku di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Minbicê de ji çeteyan hat paqijkirin, ji ber xilasiya ji zilma çeteyan kêfxweş in.

Gundiyên Mustefa Hemadê, ku di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Minbicê de ji çeteyan hat paqijkirin, ji ber xilasiya ji zilma çeteyan kêfxweş in. Gundiyan kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ji ANF'ê re vegotin.

Gundiyan dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ew weke mertalên zindî bi kar anîne û bi vê rêbazê ji gund reviyan e. Gundiyan diyar kirin, ji sala 2014'an û vir ve zilm, îşkence, zext û talana çeteyên DAIŞ'ê her dewam kirine.

'ZAROKÊN KEÇ BI ZORÊ BI ÇETEYAN DIDAN ZEWICANDIN'

Gundiyan bal kişand ser kiryarên taybet ên li hemberî jinan û anîn ziman, çeteyên DAIŞ'ê hewl didan zarokên keç ên navbera 9-16 salî bi zorê bi xwe bidin zewicandin.

Gundiyên Mustefa Hemadê dan zanîn, piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê dibistanên li gund hatine girtin, çeteyan qaşo dersên şerîatê û cîhadê didan zarokan û bi vî rengî hewl didan zarokan ji bo çalakiyên xwe yên dema pêş amade bikin.

Gundiyan ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê her tişt talan kirine, lewma pêwîstiya wan bi hemû pêdiviyên jiyanê hene û gotin, ew bawer in wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di demeke kurt de bersivê bide pêdiviyên wan.

Gundiyên Mustefa Hemadê, spasiyên xwe pêşkêşî Meclîsa Leşkerî ya Minbicêk irin ku gundê wan rizgar kir û destnîşan kirin, ku ew êdî dikarin bi rengekî azad li ser xaka xwe bijîn.