Gundiyên Çeltîklî: Em ji vir şûn ve tu carî çekan nagirin

Gundiyên Çeltîklî: Em ji vir şûn ve tu carî çekan nagirin

Di 18’ê gulanê de li gundê Çeltîklî ya Bedlîsê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve 6 cerdevan hatibûn binçavkirin û pitşî hatin berdan diyar kirin ku êdî çekan hilnagirin.

Di şva 30’yê Gulanê de 6 cerdevanî xwe gîhand gundê Çeltîklî û bi Nunerê Bedlîsê yê ÎHD Hasan Ceylan û aktîvîstê mafê Mirovan Vahît Fîdan re bi ciyên fermî re hevdîtin pêk anî.

WEKÎ MÎVANAN NÊZÎ ME BÛN

Cerdevanan beriya hevdîtinê daxuyaniyek dan û tiştên jiyabû ji Hasan Ceylan re vegotin. Cerdevanan gotin ku 13 rojan girtî man lê rastî tu muameleyek xerab nehatiye wekî mîvanan hatine girtin. Her wiha spasiyên xwe jî pêşkêşî Nûnertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê kirin.

Nûnerê ÎHD Hasan Ceylan piştî bi cerdevanan re hevdîtin kir, diyar kir ku divê hevdîtina Oslo yên navbera dewlet û PKK’ê de bidome. Ceylan wih agot: “Riya rawestinadina şîdet û şer ne bi operasyonan bi diyalogê pêk tê. Divê hevdîtin di navbera aliyan de bidome. Ev helwesta baş ya li hemberî cerdevana vê jî nîşan dide ku çareserî tenê bi diyologê pêk tê.

Cerdevanên hatin girtin der barê girtina xwe de diyar kirin ku di dema girtina wan de hatiye fêm kirin di operasyona ku 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dest dane de cih negirtien û piştî serbest berdane.

‘EM ÊDÎ ÇEKAN NAGIRIN’

Cerdevanan got ku hemû pêwistiyên wan yên xwarin, tenduristî û cil û bergan pêk anîne û bang kirin. Cerdevanab wiha got: “Em careke din çekan nagirin. 700 lîre pere didin me û jiyana me dixin xeteriyê. Kesên 3-4 TL meaş digirin me didin pêş. Me din ava 13 rojan de aliyên xerab yê cerdevaniyê fêm kir. Bila hemû cerdevan çekênxwe deynin.

Cerdevanan piştî ku li Qerekola Cendermeyan a Çeltîklî îfade da şûnde sewqî Dozgeriya Komarê ya BedlîsÊ hatin kirin.

HPG’ê jî duh der barê cerdevanan de daxuyanî da û wiha gotibû: “ Gerîlayên me di 18’ê gulanê de 6 cerdevan bi îdiya ku tevli operasyona 23’ê adarê bibûn, girtibûn. Di endam lêpirsîna wan de hat zanîn ku tê de cih negirtine. Cerdevanan di lêpirsînê de diyar kirin ku êdî çekê nagirin. Ligel vê bang kirin ku bila kes çekan negirin. Jiber vê helwesta wan a erênî serbest hatine berdan. “