Hate ragihandin ku gundê Girimiran ê navçeya Gimgimê ya Mûşê ji aliyê yekîneyên leşkeran ve hate dorpêçkirin û ketin û derketina gundiyan nayê dayîn.
Li gorî agahiyan, gundê Girimiran ê navçeya Gimgimê ya Mûşê di çarçoveya operayona şevê din li navçeyê hate destpêkirin hate dorpêkirin. Bi hezaran leşkeran gund dorpçêkirin û ketin û derketina gund qedexe kirin. Dorpêkirina gund hêj berdewam dike û sekna gundiyan a guman jî berdewam dike.