Gundê Til Semen hate rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Til Semen ê stratîjîk ku 26 km dikeve Bakurê Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêngava rizgarkirin bajarê Reqayê ji çeteyê DAIŞ`ê ku 5`ê Mijdarê hatibû destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê roj bi roj derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin û herêmên nû ji çeteyan rizgar dikin.

Hat ragihandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bereya Eyn Îsayê ji duh bi şev ketin gundê Til Semen ê stratîjîk û dest bi rakirina mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê li rêyên ketina gund û hundir gund çandibûn, kirin. Piştre jî şervanan operasyona paqijkirina gund dan destpê kirin.

Şervanên Xezeba Firatê gundê Til Semen ê stratîjîk ku 26 km dikeve Bakurê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêşveçûna şervanan a ber bi Reqayê ve dewam dike.