Gundê Mustefa Hemadê ji çeteyan hat paqijkirin
Di roja yekemîn a Pêngava Rizgarkirina Minbicê de gundê Mustefa Hemadê ji çeteyan hat paqijkirin.
Di roja yekemîn a Pêngava Rizgarkirina Minbicê de gundê Mustefa Hemadê ji çeteyan hat paqijkirin.
Di roja yekemîn ya operasyona rizgarkirina Minbicê de, li baskê başûrrojava yê Bendava Tişrînê gundê Mustefa Hemadê ku 5 km li başûrrojavayê bendavê ye ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Di encama rizgarkirina gundê Mustefa Hemadê de, ku bi navê Mehşiyêt Şêx Ubêd tê naskirin, gelek çete hatin kuştin û gelek cebilxane jî ji aliyê şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî ve hatin bidestxistin.