Gundê Meqaliq Hesen Axa û 52 gundikên din hatin paqijkirin

Di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de gundê Meqaliq Hesen Axa û 52 gundikên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Her du baskên Operasyona Rizgarkirina Minbicê, piştî ku herêma di navbera xwe de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, gihaştin hev.

Şervanên ku operasyona rizgarkirina Minbicê dimeşînin, her bi pêş de diçin. Li eniya Tişrînê 2 baskên operasyonê duh piştî nîvro herêma di navbera xwe de paqij kirin û danê êvarê gihîştin hev. Li vê herêmê gundê Meqaliq Hesen Axa û 50 gundik hatin rizgarkirin.

Li gundê Til Ûm Serrac ku hatibû rizgarkirin jî xebatên lêgerîn û paqijkirina ji bermayînên çeteyan dewam dikin. Heta niha cenazeyên 14 çeteyan hatine dîtin. Her wiha gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.

Li eniya Qereqozaxê jî, baskê bakur 2 gundikên din rizgar kir. Çeteyên ku hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, negihîştin armanca xwe û wesayîta wan ji aliyê şervanan ve hat teqandin.

Di baskê başûr de jî di encama xebatên lêgerînê yên li gundê Qebir Emo û gundikê Tuwêl de, cenazeyên 6 çeteyan hatin dîtin. Her wiha 9 kilêş û 1500 guleyên wê, roketavêjek RPG (B7), yek BKC, 2 êlekê xwekujiyê, 4 bombeyên destan, demanceyek û 5 guleyên katyûşa hatin desteserkirin.

Balafirên şer ên koalîsyonê jî 6 êrîş pêk anîn û di encame de 12 çete hatin kuştin.