BI DÎMEN

Gundê Ebû Cib û gundikek hatin rizgarkirin

Piştî şerê dijwar, şervanên Odeya Çalakiyan gundê Ebû Cib û gundikek ji çeteyên DAIŞ’ê standin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, duh şev di saet 02:00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan bidin rawestandin êrîşî gundê Kerwan kirin û derbên giran xwarin û şikestin. Şervanên Odeya Çalakiyan ên ku êrîşa çeteyan pûç kirin, ber bi gundê Ebû Cib û gundikekî dikeve rojhilatê gundê Kerwan ve çûn.

Çeteyan li vir derbeyên giran xwarin, 2 çete hatin kuştin û di saetên şevê de gund û gundikek ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li aliyê din çeteyên ku li ser hev derb xwarin hewl dan ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin. Ev hewldanan çeteyan ji aliyê şervanan ve hate ferqkirin û wesayît ji dûr ve hate rûxandin.

Şerê ku ji danê sibehê ve li gundê Caber Rojhilat destpê kiribû hê jî dewam dike.