Gund hat valakirin, 17 tîmên taybet wenda ne

Gund hat valakirin, 17 tîmên taybet wenda ne

Hate îdîakirin ku di pevçûna duh li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest pêkirin û hêj berdewam dike agahî ji 17 tîmên taybet nayê girtin. Gundiyên li herêmê gundên xwe terk kirin û li ser îdîayên di pevçûnan de çekên kîmyevî hatin bikaranîn Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurd û komek ji bo li herêmê lêkolînan bikin çûn Şemzînan.

Piştî pevçûna di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de di navbera gundikên Navrezan û Rubunus ên gundê Nehîrê dest pê kir hêj berdewam dike. Hate ragihandin ku mezraryên Muşe, Tuva û Begerdeyê yên gundê Nehrî yên hatin valakirin îro jî gundê Nerkola jî bi hinceta ewelehiyê hate valakirin. Gundê ji 3 taxan pêk tê taxên Yurkari Yigîtler û Orta Yîgîtler şevê din hatin valakirin û îro jî Agaşi Yîgîtler a ji 70 malan pêk tê hate valakirin. Hate ragihandin ku gundî bi wesayîtan ber bi Şemzînan ve bi rê ketin. Welatiyê bi navê Huseyîn Turan di encama bomberbaranê de ji ber perçeyên bombeyan birîndar bû û bi xizmên xwe re tê navçeyê.

JI 17 TÎMÊN TAYBET AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin bidestxistin hate îdîakirin ku tu agahî ji 17 endamên tîmên taybet ên bi helîkopterê li çoltar bi cih kirin nayê girtin. Pevçûn li Gewriya Zînî zêde dibin. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt, Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali û Şaredarê Geverê Ercan Bora jî di nav de komek ji bo îdîayên çekên kîmyevî hatin bikaranî lêkoîn bikin hatin Şemzînan.

Şewat duh piştî bombebarana herêmê li mezraryên Muşe, Tuva û Begerde şewata daristanê dest pê kir berdewam dike.