Di 12'ê Tîrmeha 2011'an de Adem Gumuş (Demhat Bozova) ê ku jiyana xwe ji dest dabû piştî du salan hestiyên wî yên li herêma şer hatin dîtin ev 2 sal in ji bo testa DNA'yê li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dihat sekinandin û piştî encamên testê malbatê hestiyên kurê xwe wergirt. Malbata ku piştî 4 salan gihîşt hestiyên kurê xwe li taxa Qosar a navçeya Hewengê ya Rihayê definkirin.
Cenazeyê Gumuş ê ku piştî testa DNA û otopsiyê hate wergirtin bi konvoya sedan wesayîtan ve ber bi Rihayê derket rê û Parlementera Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka DBP'ê yê Rihayê Yasemîn Kiliç, endamên MEYA-DER'ê û hevşaredar jî nav de bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Li pêşiya taxê cenaze bi dirûşmên "Ey şehîd rêya te rêya me ye" "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" ve hate pêşwazîkirin û ewil birin malê wî û piştre jî birin goristana taxê.
Piştî wecîbeyên olî cenaze hate definkirin. Yasemîn Kiliç piştî definkirina cenaze axivî û nirxandina "Em ji bo girêdana bi hezaran rêhevalên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe ketine axê soza bilindkirina têkoşînê didin" kir. Piştre Dîlek Ocalan axivî û canezeyên ku li Deriyê Sînor ê Xabûr û Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin bi bîr xist û diyar kir ku ew ê di encamê de mirin jî hebe dê xwedî li kesên ku ji bo gelê xwe têdikoşin û canê xwe didin derkevin.
Piştre bavê Gumuş, Bahrî Gumuş axivî û ev tişt anî ziman: "Heta ku kesekî ji vî gelî li ser rûyê erdê bijî wê xwedî li ziman, nasname, cenaze, hestî û têkoşîna xwe derkeve."
Piştî merasîmê bi hezaran kesên beşdarî merasîma cenaze bûn bi hev re çûn konê şînê ya li taxê hate danîn.