BI DÎMEN

Gulpî: Pirsgirêka Rojhilata Navîn û Kurdan bi demokratîkbûyinê wê bê çareserkirin

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanî Dr. Fayiq Gulpî: Polîtîkayên Osmanîtiya nû li çar parçeyên Kurdistanê êrîş kirine hedef. Tirkiye wê bi van polîtîkayan têkçûnek mezin bibîne.

 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Fayiq Gulpî got, “Tirkiye dibêje em ê nehêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn” û destnîşan kir ku Qendîl ne tenê gelê li Bakurê Kurdistanê, her wiha mafê gelê li Başûrê Kurdistanê jî diparêze.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Fayiq Gulpî têkîldarî plansaziyên dewleta Tirk a ji bo operasyona leşkerî ya li dijî Qendîlê û yekgirtina neteweyî ya Kurd ji ANF’ê re axivî.

Gulpî der heqê plana dewleta Tirk a operasyona li dijî Qendîlê destnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke faşîst û şoven e û wiha dewam kir; “Moja Erdpgam doxwaze xwe wek sultanê herêmê û Kurdistanê îlan bike. Ev siyaseta ku Tirkiye dimeşîne, di vê sedsalê de bêîmkan e û xeyalek e. Tiştê ku dewleta Tirk bi Kurdan dike, qirkirin e. Parlamenter û hevşaredarên HDP’ê tên girtin û li şûna wan AKP’î tên bicihkirin. Êrîşî Rojava dike û agahî tên ku wê êrîşî Qendîlê bike. Eger vê carê jî êrîşî Qendîlê bike, wê têkçûyina wan ji yên din hê girantir bibe. Ev êrîş wê bişkê. Ji berk u PKK û KCK’ê di milê leşkerî û siyasî de ji berê gelekî xurttir e. Siyasetmedarê Kurd Dr. Faîk Qulpî Niha Kurd ne tenê leşkerî, di warê siyasî û dîplomatîk jî serkeftin bi dest xistine. Dewleta Tirk bi daxwaza şer û armancên dîktatortiyê xwe li heriyê daye. Divê Tirk ji vê polîtîkayê biqerin û muzakereyan bi Kurdan re bikin, demokratîkkirina Tirkiyeyê pêk bînin.”

Siyasetmedarê Kurd Gulpî diyar kir ku wê siyaseta Erdogan-AKP’ê serkeftî nebe, serkeftin a gelê Kurd be.

Gulpî, têkîldarî sewqiyata leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê jî destnîşan kir ku hêza Tirkiye têra şerekî giştî Kurdan nake û wiha pê de çû; “Dixwaze PDK’ê û hikûmeta Iraqê li dijî PKK’ê rake. Eger li dijî PKK’ê bi ser bikeve, wê berê xwe bide Başûrê Kurdistanê û PDK’ê. Tirkiye li dijî destkeftiyên Kurdan e. Dijminên xwe jî li gor xwe rêz kiriye. PKK’ê wek dijminê yekem dibîne. Wek dijminê duyem û sêyem jî PDK û Başûrê Kurdistanê daniye ber xwe. Divê ev baş bê fêmkirin. Tirkiye ne dost  e, durû ye. Eger PKK bişkê wê dor were wan jî.

Tirkiye dibêje em nahêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn. Qendîl ne tenê mafê gelê Bakurê Kurdistan mafê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê jî diparêze. Eger PKK nebûya niha El Kaîde û DAÎŞ ketibû van deran. Wek duyem jî, kengî herêma Başûrê Kurdistanê ketibe xetriyê, PKK’ê gelê Kurd parastiye. Eger li Şengalê Qendîle duyem ava bibe, ev wê ji bo parastin û mafên gelê Kurd be. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi ser Qendîl û Şengalê êrîşî PKK’ê dike. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan ên li Bakur, Rojava û Başûr kontrol bike.”

Siyasetmedarê Kurd Fayiq Gulpî destnîşan kir ku divê tevî PDK û partiyên din ên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, tevahî partiyên Kurdan xwe li dijî vê siyasetê bi rêxistin bikin, Iraqê û çar parçe Kurdistanê biparêzin, polîtîkayên dewleta Tirk vala derxin û got, “Tenê wisa em dikarin Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Eger Rojhilata Navîn demokratîk nebe ne gelê Kurd ji xetereyan rizgar dibe ne jî şer û xwîna li Rojhilata Navîn disekine. Ji vo vê jî divê gelê Kurd xebat û rêxistinên xwe di çarçoveyek demokratîk de pêk bînin.”

Gulpî herî dawî ragihand ku ne PDK ne jî partiyên din ne xwedî projeyek netewî ne û got; “Partiyên din jî taktîkî ne, ne stratejîk in. Ne îdeolojîk in. Têkîliyên dîplomatîk jî ne ji bo berjewendiyên neteweyî ji bo xwe dikin. Eger civaka xwe bi rêxistin bikirina wê Kurdistan ji dagirkeran rizgar bikirana. Dagirker wê bi hêsanî nikaribana Kurdistan dagir bikirana. Tenê tiştek pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser dike, ew jî xwerêveberiya gel e. Dewlet û desthilatdarî nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”